Li Kerkûkê semînerek li ser 8’ê Adarê hate dayîn

KERKÛK-ROJNEWS

Li Kerkûkê di çarçoveya çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê de, semînerek di derbarê azad, û mafên jinan de hate dayîn. Rûnak Mecîd di semînerê de balkişand ser serweriya pergala kapîtalîst û baviksalar a li ser civakê û rol û pozîsyona jinê di nava gelê Kurd de nirxand.

Çalakî û xebatên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê berdewamin. Îro danê êvarê li Salona Kolana Cimhûrî ya li bajarê Kerkûkê, bi amadebûna di hejmarek berçav de rewşenbîr û çalakvanên parastina mafê jinan, semînerek ji aliyê Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) Rûnak Mecîd ve hate dayîn.

Rûnak Mecîd di semînerê de qala rola jinê ya di dîrokê de kir û wiha got: “Ji ber ku jin nekariye dîroka xwe ji nû ve binivîsîne, êş kişandiye, têkoşîn û êşa jinê di pêşketina civakê de nayê dîtin, bi taybetî jî di civaka Kurd de. Eger em behsa dîroka mirovatiyê bikin, weke niha malbatek tunebû, lê jiyaneke bêserûber hebû, lê ya ku her kesî li hev anî, dayîk bû, ku jin e.”

Rûnak Mecîd di dewama axaftina xwe de behsa serweriya sîstema kapîtalîst kir û wiha axivî: “Sîstema kapîtalîst çiqasî hewl dide civakan bi dest bixe, ewqas jî hewl dide ku hemû qezencan ji bo xwe kom bike. Ji bo ku rêveberî ji destê jinê bigirin û bike destê xwe de. Dîroka jinên Kurd di têkoşîn û qonaxan de pir mezin e, hin zîhniyet bawer dikir ku jinên Kurd hîn li malê ne, lê ne wisa ye. Jinên Kurd li gundan di pêşketina aborî, nûjenî, destan, çandinî û gelek pîşeyên din de rolek mezin lîstine. Di warê birêxistinkirina malbatê û mezinkirin û parastina zarokên xwe de xwedî heman berpirsyarî bûn.”

Di dawiya semînerê de berpirsên Salona Kolana Cumhurî xelata ‘mertalê rûmetê’ pêşkêşî Rûnak Mecîd kirin û pirtûka ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ve hatiye amadekirin li ser beşdaran hat belavkirin.

(fk)