Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Minbicê topbaran dike

NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên Minbicê tobparan dikin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser rûpela xwe eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi top û hewanan gundên Kewiklî, Korhiyok, Qert Wêran ên rojavayê Minbicê, gundên Seyade û Yalanlî yên bakur rojavayê Minbicê topbaran dikin.