NAVENDA NÛÇEYAN
-Ji rojnamevan Silêman Ehmed 133 rojin ti agahî nayê girtin.
-Çalakiyên bi boneya 8’ê Adarê dewam dikin.
-Greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Ocalan bi biryardarî dewam dike.
-Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan li seranserê cîhanê didomin.
-Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê didomin.
-Berxwedana gerîlayên azadiyê ya dijî dagirkeriyê bi biryardarî dewam dike.
-Şerê Hamas û Îsraîlê didome.
-Di dîrokê de gelê Kurd hertim bi qirkirin û komkujiyan re rûbirû maye. Komkujiyên herî mezin di dema Sedam Hisên de bi ser Kurdan pêkhat, lê ya niha dewleta Tirk a dagirker dijî Kurdan dike, ji vê ne kême. Dewleta dagirker jî weke Sedam Hisên rojane kîmyayê dijî Kurdan bikartîne. Gelê Başûrê Kurdistanê beriya 33 salan dijî zilma Sedam Hisên serî hilda, tevî 33 sal derbas bûn, îro gelê Başûrê Kurdistanê carek din bi komkujiyên dewleta Tirk re rûbirû maye.
-Ji ber pêla serma û kêmbûna pileyên avhewayê li Balekayetî hemû kanî û çavkaniyên avê cemed girtine. Yek ji wan jî Gola Kanî Best ye ku bilindtirîn gola Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Vê yekê jî dîmenek xweş daye golê.
-Endama RJAK’ê Runak Mecîd derbarê mamosta Dilovan ya ku beriya 40 rojan li Kerkûkê hatiye binçavkirin de got; “Binçavkirina mamosta Dilovan binpêkirina dijî mafê jinane û tundûtujiya dijî jinane. Divê demek ji ya din zûtir Dilovan were azadkirin.”