Li Îranê bi pileya 5,6 erd hej çêbû

NAVENDA NÛÇEYAN

Li eyaleta Sîstan û Belûçistanê ya Îranê erdhejek bi pileya 5,6 çêbû.

Li gorî medya Îranê li eyaleta Sîstan û Belûçistanê ya dikeve Başûr Rojhilatê Îranê bi pileya 5,6’an erdhejek bihêz çêbûye. Heman çavkaniyê ragihand ku navenda erdhejê bajarokê Fenûcê yê Sîstan û Belûçistanê bûye.

Li gorî heman çavkaniyê danê siharê di saet 07:50’an bi kûraniha 80 kêlometreyan erdehej çêbûye.

Heya niha derbarê ziyanan de ti agahî nehatine bidestxistin.