NAVENDA NÛÇEYAN
Wek dihat texmînkirin piştî binkeftina mezin a siyasî, îdarî û aborî ya PDK’ê ya di proseya siyasî û rêvebirina hikûmetê de, xwe ji hilbijartina parlementoya Herêmê vekişand. Ev vekişîna PDK’ê ya ji hilbijartinê, li aliyek ji bo pînekirina binkeftina xwe ye û li aliyê din jî ji bo zemîn avakirina ji êrişên dagirkeriya delweta Tirk û bicihanîna planên wê re ye.
Roja 18’yê Adarê Mekteba Siyasî ya PDK’ê bi serokatiya Mesûd Barzanî civiya. Piştî civînê hat ragihandin ku ewê tevlî hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê nebin û egera wê çendê jî heye ku xwe ji proseya siyasî ya li Iraqê vekişin.
Ev biryara PDK’ê piştî gelek binkeftin û qeyranên giran ku di encama siyaseta wê ya xelet de rû dane hat dayîn. PDK ya ku ji ber siyaseta wê ya xelet Herêma Kurdistan ketiye di nava qeyranên kûr de û baca wê jî xelk didin, naxwaze li Herêma Kurdistanê hilbijartin pêkwere. Armanca PDK’ê ewe ku hilbijartin pêkneyên daku ew dema desthilata xwe ya takrewî û dîkdatorî berdewam bike ye.
Aliyek din a vê biryara PDK’ê, bi planên dewleta Tirk a dagirker ve girêdaye. Dewleta Tirk dixwaze di rojên pêş de êrişek nû ya dagirkirinê li ser Başûrê Kurdistan û Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê bide destpêkirin. Rolek sereke bi PDK’ê hatiye dayîn û bi awayek çalak wê tevlî vê êrişê bibe.
Li gor zanyariyan, beriya ku PDK vê biryarê bide, Endamê berê yê Parastina PDK’ê û Wezîrê Karên Hindir yê kabîneya Mesrur Barzanî Rêber Ehmed li Bexdayê bi awayek veşartî li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan, Wezîrê parastinê yê Tirk Yaşar Guler û Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin civiyaye. Di civînê de giftûgo li ser boykotkirina hilbijartinê û zemîn sazkirina ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê kirine.
Hegemonyaya binkeftin û tawanan: PDK
Di 25’ê Adara 2023’yan de ji ber giliyê Iraqê yê li Dadgeha Parîsê ku ji ber hinardekirina nefta Herêmê ya ji bo Tirkiyeyê hatibû kirin, dewleta Tirk bi dayîna tazmînata 1 milyar û nîv dolar ji bo Iraqê hatibû cezakirin. PDK di dosya neftê de winda kir ji berku li gel dewleta Tirk bi awayek veşartî lihevkirinek 50 salî îmze kiribû.
5 roj piştî biryara dadgeha Parîsê, vê carê Dadgeha Federal a Iraqê biryar da ku dirêjkirina temenê dema pêncem a Parlementoya Herêma Kurdistanê nedesturiye û parlemento her yasayek bide, bi neyasayî tê hesibandin. Bi vê biryarê jî desthilata hikûmeta herêmê hat sinordarkirin û bû hikûmetek demkî. Dadgeha Federal desthilata hikûmeta Herêmê ya ji bo derxistina yasa û biryaran jê stand. Heta niha jî hikûmeta demborî ya Mesrur Barzanî bi awayek nerewa û neyasayi desthilata xwe berdewam dike.
Roja 13’ê Îlona 2023’yan sala nû ya xwendinê li Herêma Kurdistanê destpêkir. Lê ji ber derengketina muçeyê karmendên Herêma Kurdistan û lîstina bi nanê welatiyan, mamostayan li parêzgeha Silêmanî û Helebce, îdareya Germiyan, Raperîn û navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê boykot ragihandin. Boykot û nerazîbûnên mamostayan zêdetirî çar mehan berdewam kirin.
Piştî zêdebûna zextên civaka navdewletî, Bexda û nerazîbûna gel ya ji bo pêkanîna hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê, PDK’ê xwest bi heman şêwazên berê hilbijartinek têr sixtekarî bi dilê xwe pêkbîne. Lê vê carê jêre lênehat, Iraqê biryar da ku hilbijartin dibin çavdêrî û rêveberiya Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê de pêkwere.
Roja 21’ê Sibata 2024’an de Dadgeha Federal ya Iraqê biryara hilweşandina 11 kursiyên kota (kursiyên pêkhateyan) da û diyarkir wê hilbijartina Parlementoya Herêmê bi awayê çar bazneyî pêkwere û dibin çavdêriya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan ya Iraqê de hilbijartin çêbe. Bi vê biryarê re PDK zanî ku wê di hilbijartinan de binkeftinek mezin jiyan bike.
Hikûmeta demborî ya Herêmê beriya niha destpêka Hezîrana îsal ji bo pêkanîna hilbijartina Parlementoya Herêmê diyar kiribû. Lê PDK piştî evqas binkeftin û şikestinan newêra tevlî hilbijartinê bibe û xwe jê vekişand.
(kş)