Cejna nûbûn û azadiyê ya gelê Kurd: Newroz

NAVENDA NÛÇEYAN

Cejna Newroza Kurdî yekem roja salnameya Kurdî û roja destpêkê ya werza biharê ye. Newroz nîşana nûbûn, têkoşîn, berxwedan û azadiyê ye. Rêber Ocalan dibêje “Em Newrozê bikin roja herî nêzîkî azadiyê” ji bo wê îro gelê Kurd Newrozê, azadiya Rêberê xwe û têkoşîna li dijî dewleta Tirk ya dagirker kirine yek.

Cejna Newrozê yek ji kevintirîn û girîngtirîn cejnên bav û kalên Kurda ye li Kevana Zagrosê ku di sînga xwe de sembolên nûbûn, berxwedan û azadiyê xêz kiriye. Gelan û şaristaniyên cuda yên herêmê ev cejn qebûl kirine û bi nav û rêwresmên cuda ev cejn pîroz kirine.

Her çendî ku ev çend salin di bin êriş û derbên dagirkeran de ev Cejna Newrozê û navê Kurd bi temamî ji holê rabe û bê jibîrkirin, lê piştî destpêkirina Şoreşa PKK’ê rastiya Kurd û Cejna Newrozê careke din berê xwe da ala xwe ya dîrokî û bi ruhê vejîn, têkoşîn, berxwedan û azadiyê re bû yek.

Kombûna bi milyonan Kurdistanî li qadên Newrozê bala navneteweyî kişand ser xwe. Ev jî bû sedem ku li sala 2010’an Netewên Yekbûyî di rûniştina xwe ya 64’an de Newroz weke cejneke fermî îlan kir û di xala 49’an a biryarnameyê de hat ragihandin ku ev cejn weke cejna neteweyî ya Kurdane.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK weke partiya Newrozê pênase kir û têkildarî vê yekî Rêber Apo wiha dibêje; “Em dikarîn Newrozê bikîn roja herî nêzîkî rizgariyê, me ev yek di kesayeta xwe de îsbat kir.”

Li ser vî esasî, Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Rêber Ocalan PKK weke Partiya Newrozê damezrand. Di Newroza sala 1973’yan de yekem koma Apoyî ku bingehê damezrandina PKK’ê darijand, li rex Bendava Çûbûkê ya Enqereyê civîna xwe ya destpêkê lidar xist. Ev tevgere 50 salin bi têkoşîn, berxwedaneke dîrokî ya bêhempa û bê nimûne li dijî dagirkerên Kurdistanê ruhê Newrozê coştir dike.

Heta îro roj bi roj Cejna Newrozê bi pêşengtiya vê Tevgera Azadiya Kurdistanê (PKK) bi coştir, germtir, mezintir û watedartir dibe. Gelê Kurd îro Cejna Newrozê, azadî, rizgarî û berxwedan anîne rex hev û kirine yek. Bi milyonan Kurd û dostên wê yên azadîxwaz li cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên siyasî li dijî hemû konsept, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker îro dirijine ser kuçe û qadan û agirê Newrozê gur dikin.

(wd)