Hunermendê ku ti astengiyek nekarî hunera wî rawestîne: Mihemed Ebas Baram

BIRWA ESHED

Hunermend Mihemed Ebas Baram hîn di temenek biçuk de diçe Bexdayê, li wêderê dest bi karwanê hunerê dike, dibe mamostayê piyanoyê. Sitranan dibêje, xeyalên xwe dike helbest û notên muzîkê li ser gotinên xwe datîne.

Hunermendê Kurd Mihemed Ebas dema li Bexdayê bi karê hunerî ve mijûl bû, ji berku daxwazên rejîma Baas qebûl nake, neçar dibe berê xwe dide dervey welat. Li dervey welat jî karwanê wê yê hunerê nasekine û berdewam dike. Heta niha jî bi ruhek ciwan sitranan ji bo evîn û nîştiman dibêje.

Hunermend Mihemed Ebas Baram di hevpeyvînek taybet li gel ajansa me de behsa jiyana xwe kir.

Heyvpeyvîna bi Mihemed Ebas Baram re wihaye;

– Jiyana we ya zarokatî li Kerkûkê çawan derbaz bû?

Di sala 1952’yan de li Tepe Mela Ebdulah hatime dinê. Ji berku şîrê dayîka min nebû 15 dayîkên min hene. Ez li taxa Azadî mezin bûm, li gel pêşmerge û şoreşgerên wê demê mezin bûm. Hîn di temenê zarokatî de heskirina min ji helbest û wêjeyê re hebû. Di temenê 5 saliyê de min li taxa Îmam Qasim dest bi xwendinê kir. Di wê demê de min guh dida Radyoya Kirmaşan. Ez li refa 5 ya seretayîbûm yekem car min sitrana ‘Sure Gulim’ got. Gotinên wê hevalekî min nivîsandibû û min bi xwe awaza wê sitranê danibû. Heman sitranê min di salên 1960’an de li radyoya Kurdî ya li Bexdayê got.

– Di wê demê de we çawan hunermend Elî Merdan naskir?

Di sala 1972’yan de ez çûm Peymangeha Hunerên Ciwan a Bexdayê. Wê demê ji bo bibim sitranbêj min testa dengê xwe kir. Mamosta Elî Merdan li wêderê bû, lê min ti carî ew nedîtibû. Ji min pirsî ti kîjan sitranê dixwazî bêjî, min got sitranek ya Elî Merdan. Ji min re got tu Elî Merdan nas dikî, min got na. Min sitrana Kulan bi Kulan jêre got, gelek bi dilê wî bû. Êdî ji wê demê ve bûm sitranbêj. Di heman demê de xwendekarê Peymangeha Hunerên Ciwan bûm. Ez gelek keyfxweşbûm, heman salê ez li radyoya dengê Kurdî bûm karmend. Min li peymangehê 5 sal beşa piyanoyê xwend, piştî wê 2 sal jî min opera xwend.

– Têkiliya te bi helbest û wêjeyê re çawaye?

Heskirinek min ya zêde ji huner, sitran û wêjeyê re hebû. Bê guman hevalên min alîkarî didan, ji berku min Kurdî nexwendibû. Min nivîsîna helbestan ji helbestên Goran, Herdî û Wefayî fêr bûm. Lê awaz danîn jêhatinek xwedê dabû min. Min hertim hewl daye mafê helbestvan biparêzim û heq bi belbestên xwe bidim. Heta niha berhemên ku min hene û tomarkirine 300 sitranin. Min ti demê ji bo peran sitran negotine, tenê ji bo spasiyê min gotine.

– Hun heta kengî li Bexdayê man?

Ji berku ez bi xwe li Radyoya Kurdî ya Bexdayê karmend bûm, min derfetek baş dît daku bikarim hunera xwe pêşxim. Mamosta Elî Merdan gelek alîkariya min kir. Di heman demê de Helebestvan Hêmin Mukuryanî jî li wêderê bû. Ger helbestek gelek baş û ciwan neba nedihişt bê belavkirin. Lê piştre ji berku ez ne Baasî bûm ez ji ragihandinê hatim derxistin. Piştî çend salek li ser daxwaza Mam Celal min berê xwe da Tehranê. Li wê derê ji aliyê Îtlaeta Îranê ve hatim girtin û dest bi ser beşek zêde ya arşîva min de hat girtin. Piştre di sala 1982’yan de min serdana ofîsa Refsencanî kir. Min ji wan re got ferqa we û Sedam Hisên çiye, ji berku li Iraqê xwestin min tine bikin, ger hun jî bixwazin min tine bikin wê demê ferqa we û wan çiye. Min kelûpelên xwe wergirtin, kamera û flaşek min nedan. Piştî wê min ji Îranê berê xwe da Ewropayê.

– We li dervey welat çawan karê xwe berdewam kir?

Li Londonê min yekem CD’ya bi navê ‘karwan û sinor’ tomar kir, ji şeş sitran û meqamek pêkdihat. Ez vegeriyam Suriyeyê û min CD’yek pêşkêşî Mam Celal kir. Li wê derê jî min hunermendê Kurd ê navdar Seîd Yusuf dît. Piştre ez çûm Uman- Urdunê. Li wêderê komeleyek Kurdî hebû. Navendek wan bi navê Selahedîn hebû. Min ji wan re got dikarim bi dayîna waneyên li ser huner, dîroka Kurdistan, siyaseta Kurdistan û dîroka jinên Kurd xizmeta we bikim. Gelek keyfxweşbûn, bi taybetî xwestin ez wan fêrî Kurdî bikim. Êdî li wê derê min dest bi dayîna waneyan kir. Min hevjîna xwe jî li wê derê naskir ku eslê xwe ji Kurdên Zaza ye, niha jî ew bûye ruh û giyanê min.

– Planek we ya heye ji bo karek nû yê hunerî?

Li gel hunermend Hesen Xerîb em li hunerê temaşe dikin û dixwazin çend awazek ciwan amade bikîn. Ez bi hêvî me ku bikarîn karek ciwan bihevre bikîn. Heta em bikarin emê karên ciwan bikin. Hin helbestên min yên ciwan hene. Zêdetirî 1700 helbestên min hene. Dixwazim di dema pêş de wan bikim dîwanek. Her wiha pirtûkek min jî bi navê ‘Çawan mirov bê mamosta xwe fêrî piyano bike’ bi çar zimanan hatiye çapkirin heye.

– Çiqas giringe hunermend di xema welatê xwe de be?

Ger hunermend ne di xizmeta gel û welatê xwe de be, wê nikaribe nûnertiya welatê xwe bike. Em bi hunerê çi bikin xizmeteke ji welatê me re ye. Ji berku gelê Kurd ne gelek asayiye, mirov dibîne gelek zaravayên wê hene. Dijmin jî ji beriya her tiştî dixwaze çand, huner û zimanê me tine bike. Lê wê dijmin ti demê nikaribe vê yekê bike. Ger em rexneyek li xwe bikin ew jî ewe ku em gelekin ku piştgiriya hevdû nakin. Ger em piştgiriya hev bikin û ji hev hez bikin, emê bikarîn bigihin serxwebûna xwe. Ji berku hunera me bi hêze, helbest û mûzîka me bihêze, çand û cilûbergên me û ola me bihêze.

(kş)