Sedema serdana rayedarên Tirk ya ji bo Iraqê diyar bû: Wê şerek mezin biqewime!

NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi sala nû re li Iraq û Hewlêrê trafîkek wisan da destpêkirin, salê carek jî ewqas serdan çênedibûn. Lê bi ragihandina mizgîniya gerîla ya dijî balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker re, sedema trafîka dîplomasiyê jî diyar bû. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik jî got; “Wê şerek mezin biqewime.”

Dewleta Tirk a dagirker ku bi salane ji bo tinekirina Gelê Kurd serî li hemû rê û rêbazan dide, heya niha jî negihiştiye encamekê. Ji Rojhilata Navîn bigire heya Ewrupayê, jiwir heya Emerîkayê derî nema lê nedayî. NATO, PDK û gelek hêzên din bi teknîka xwe da pişta xwe û êriş kir, çi cara êriş û operasyonek nû pêkanî, derbek din ya giran ji gerîlayên azadiyê xwar.

Bi destpêkirina sala nû re, derbên hîn mezintir ji gerîlayên azadiyê xwar, dewleta Tirk ku dixwest li Zapê di nava çend rojan de encamek bigire, êdî nikare derbikeve jî. Ji bo ku bigihe encamê bi çekên NATO, piştgiriya PDK’ê û gelek hêzên din êrişî tevgera azadiya Kurdistanê kir. Lê hemû hewldanên wan jî têr nekir.

Ji ber vê jî dewleta Tirk serî li rê û rêbazên nû da, dewleta Tirk bi sala nû re li Bexda û Hewlêrê dest bi trafîkek bê navber kir. Rayedarên dewleta Tirk ên herî payebilind, bê navber serdana Bexda û Hewlêrê kirin.

Dewleta Tirk ji ber ku bi piştgiriya NATO û PDK’ê nekarî bigihi encamê, dixwaze Iraqê jî raste rast bixe nava şerê dijî tevgera azadiya Kurdistanê. Ji bo vê jî çi li ser bazirganiyê be, çi jî av be zextên mezin li ser Iraqê pêktîne. Li rexa vê jî ji ber ku YNK piştgiriya dagirkirina xaka Başûr nake, rojane gef li YNK’ê dixwe.

Her kesê bi trafîka nû re, egera operasyonek nû li Başûrê Kurdistanê nirxand, bê guman egera operasyonek cûda tê dîtin û ji bo vê jî dewleta Tirk hemû rêyan bikartîne.

Sedema trafîka dîplomasiyê

Lê bi mizgîniya Newrozê ya Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan re, sedema liv û tevgera dewleta Tirk ya ji bo Bexda û Hewlêrê diyar bû.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) piştî Mûrat Karayilan, mizginiya Newrozê eşkere kir. Fermandariyê bi daxuyaniyekê got; “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derfet peyda kiriye ku balafirên bê mirov û bi çek (SİHA) ên dewleta Tirk ku her roj bi wan suikast û komkujiyan pêk tîne, bînin xarê. Hêzên me bi giştî 15 SİHA anîne xwarê.”

Piştî vê mizgîniyê derket holê ku dewleta Tirk êdî ne ji hewa ne jî ji erdê ve nikare xwe li ber berxwedana gerîlayên azadiyê rabigre. Li gorî agahiyan, ji ber ku dewleta Tirk gihiştiye wê qenaetê ku êdî bi balafirên bê mirov jî nikare tiştek bike, lewma dixwaze Iraqê raste rast bixe nava şerê dijî tevgera azadiya Kurdistanê.

Herwiha tê gotin dewleta Tirk vê carê dixwaze li aliyê herêma Silêmaniyê jî weke Herêma Behdînanê xwe bicih bike, hêdî hêdî baregehên leşkerî bide avakirin. Ji bo vê jî di nava hemû hewldanan deye, rojane gefan li YNK’ê dixwe û dixwaze YNK jî weke PDK’ê piştgiriyê bide dagirkirina Başûrê Kurdistanê.

Ispata serkeftinê

Ji xwe piştî mizgîniya HPG’ê vê carê pîrozbahiyên gerîlayên azadiyê yên li Herêmên Parastina Medyayê ispat bû ku gerîlayên azadiyê bûne xwedî parastina hewayî. Gerîlayên azadiyê ji Herêma Biradost bigire, heya Qendîl, Zagrosan û hemû çiyayên din yên Kurdistanê, bi roj û hewayek vekirî agirê Newrozê pîroz kirin, govend gerandin û bi saetan kelecana Newrozê jiyan kirin.

Bivê mizgîniya gerîla re ku dewleta Tirk salek zêdetire pêhesiyaye û bi eşkerekirina wê re jî êdî tirsek mezin ketiye nav, matmayî maye. Dewleta Tirk ku rojane pesnê balafirên xwe ên bê mirov dida, niha li ber raya giştî gêj bûye û nikare xistina 15 balafirên bê mirov çawa bide veşartin.

Gerîlayên azadiyê piştî mizgîniyê dîmenên balafirên bê mirov ên bi sîstema nû ya gerîla hatine xistin, diweşîne. Di dîmenan de jî baş tê dîtin ku balafirên bê mirov ên ku bi salanin dijî gelê Kurd, şoreşger û gerîlayên azadiyê tên bikaranîn, bi destê gerîlayan ketine erdê.

Bi eşkerekirina xistina balafiran re, rastiya şerê dijî gelê Kurd bi awayek eşkere diyar bû, dewleta Tirk ku bi milyonan dolar dijî gerîlayên azadiyê xerc dike, êdî bi ketina van balafiran jî asta xirabiya aboriyê derketiye lûtkeya herî jor.

Ji ber ku teknîk, piştgiriya NATO, PDK’ê têr nekir, niha dewleta Tirk li rêbaza nû digere. Dewleta Tirk dixwaze Iraqê bêxe nava şerê dijî tevgera azadiyê re.

‘Wê şerek mezin biqewime’

Herî dawî Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di peyama xwe ya ji bo Newroza Qendîlê de, balkêşa ser serdana rayedarên dewleta Tirk ya ji bo Iraqê û got; “NATO alîkariya Tirkiyeyê kir, lê têr nekir, mala Barzanî alîkara da têr nekir, ji bo vê jî niha bi Iraqê re hinek planan dimeşînin û li ser hinek xalan tifaqê dikin. Dewleta Tirk ji bo vê jî zextê li Iraqê dike, zextên ku dewleta Tirk û mala Barzanî li Iraqê dike, hinek encam dide hinek jî nade. Ev jî dide diyarkirin ku wê dema pêş de, şerek mezin bê jiyankirin.”