BARAN GERMIYANÎ-ROJNEWS
PKK ew partiye ku ji bo tenê çekekê peyda bike, kadroyên wê yên destpêkê bi rojan xwe birçî dihiştin an jî bi deyn pêwistiyên xwe yên rojane dikirîn. Niha ew PKK bûye çêkerê çekan, bûye xwediyê droneyan û sîstema mûşekên li dijî balafirên bêmirov. PKK li gel her guhertin û nûbûnek ya leşkerî, ew jî xwe li gor wê nû dike û di şerê modern de xwe pêş dixe, parastina gel, xaka welatê xwe dike, têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê û ya ji bo azadiya Kurdistanê bilindtir dike.
Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê (PKK) ji komeke biçûn ya ji çend kesan pêk dihat ku derfetên wan yên leşkerî qet nebû, lê niha bûye çêkerê çekên ji bo parastina xwe bûye xwediyê sîstema parastina bejahî û hewayî. Ajansa me Rojnews di vê dosyayê de pêşketin û nûbûna gerîlayên azadiyê di qada leşkerî de eşkere dike.
PKK; Ji çeka yekemîn ta sîstema dijî balafirên bêmirov
PKK destpêkê komeke ji çend kesên bi tiliyên destan dihatin hejmartin bûn. Lê sekin, helwest, têkoşîn, berxwedan û çalakiyên wan dijmin şêt û har kiribû. Lewra dijmin tim hewla tunekirina kadroyên PKK’ê û bêbandorkirina wê dida. Ji ber vê helwest û armanca tunekirinê ya dijmin, vê koma di hejmar de biçûk û di cehwer û bîrdozî de pir mezin û bihêz biryara xweparastinê da ku çekekê bikire. Lê wê demê ji bo kirîna çekekê pêwîstî bi gelek pere hebû. Ev derfete jî bi koma destpêkê re tunebû ku çekekê bikaribe bikire. Lewma neçar man ku ji xwarina xwe kêm bikin û tiştên xwe bi deyn bikirin, da ku bikaribin çekekê bikirin. Bi vî awayî koma destpêkê ya PKK’ê çekek kirî û di dîroka xwe de bû xwediyê çeka xwe ya destpêkê.
Ev tevgera ku ji komeke biçûk pêk dihat bû partî û hêzeke parastina gel ava kir. Li beramberî partîbûna vê koma biçûk û avakirina hêzeke parastina gel, dewleta Tirk jî hewlên xwe yên ji bo tunekirina vê partiye derxist lûtkeyê. Li ser vê yekê dewleta Tirk a dagirker bi tank, top, balafirên şer û helîkopteran êrişê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dikir. Li beramberî vê teknîka herî dawî û modern ya NATO’yê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi çekên ferdî û îradeya ji pola ya bi ruhê fedayî li hemberî artêşa qirker û hov ya Tirk li ber xwe da. Piştre gerîla sîstema mûşekên li dijî balafirên şer yên ser mil tên bikaranîn bidest xist û di destpêka salên 2000’ê de çendîn helîkopterên artêşa Tirk a dagirker xistin xwarê. Lê menzîla vê mûşekê kêm bû.
Her wiha gerîla weke hêzeke şoreşger û leşkerî karî di aliyê çêkirina çekan de xwe pêş bixe. Li ser vê yekê yekem çeka xwe ya sûîqastê ya binavê ‘Zagros’ çêkir. Ev çeke, çeka sûîqastê ye ku lûleya doçka 12.7 mm li sere ku bi heman awayî guleya doçkaya 12.7 dixwe, menzîla wê ya bi bandor 4 hezar metre ye û senga wê jî 8 kîlo grame. Ji vê çekê du model di destê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de hene ku di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker û DAIŞ’ê de roleke xwe ya dîrokî leyîstiye û dileyîze.
Li gel pêşketina teknolojiya leşkerî, dewleta Tirk ya dagirker bi çendîn sîstemên termal (germahî) û dîtina xwînê de yên di balafirên şer û balafirên biçek û bêmirov de, herêmên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bombebaran dikirin û di encama van bombebaran û êrişên hewayî de gelek Gerîlayên Azadiya Kurdistanê tevlî karwanê şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd bûn. Lê gerîla bi liberkirina cil û sêwanên taybet yên nekefin dûrbîn û kamerayên termal niha di bin firîna bi dehan balafirên biçek û bêmirov û balafirên şer operasyonên şoreşgerî lidar dixin û di encamê de bi dehan û bi sedan leşkerin dagirker dikujin û baregehên wan dişewitînin.
Her wiha gerîla sîstema parastina li dijî tankan (TOW) peyda kir. Her çiqas ev çeke li dijî tankê ye lê gerîla bi amer û kelûpelên cuda wisa lê kiriye ku dikare li çiya, bajêr û li dijî leşker û tankan bikar bîne.
Bi pêşketinên leşkerî re, Gerîlayên Azadiyê şerê gerîla an jî şerê partîzaniyê bi şerê modern re kirine yek û gerîlayên di aliyê leşkerî de modern hatine perwerdekirin ku her pêşketinek di qada leşkerî de çêbibe, gerîla jî xwe li gel wê pêş bixe û bilez dijminê xwe dibîne û bêbandor dike.
Roj bi roj li cîhanê di qada leşkerî de pêşketinên mezin çêdibin, balafirên bêmirov û biçek di serdema nû de bûne çeka herî xeter û bi bandor di şer de. Lewra Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di şertên çiya yên di dilê şer de û bi derfetên kêm karî bi dehan car bi balafirên bêmirov yên hilberîna wan bixwe êrişê baregeh, çeper û kozikên artêşa dewleta Tirk a dagirker bike û derbên giran li wan bide.
Dewleta Tirk a dagirker bênavber û bi serbilind behs û reklama balafirên xwe yên bêmirov dikir û di nav welatên cîhanê de bazara wê peyda dikir. Tevî ku bi belgeyan isbat bûye ku dewleta Tirk a dagirker parçeyên van balafiran ji dewletên endamên NATO’yê dabîn dike û tenê monte dike jî, lê weke ku hilberîna navxweyî ye reklama wê dike. Dewleta Tirk bi hilberîna van balafirên bêmirov (ÎHA) û balafirên bêmirov û biçek (SÎHA) serxweş bûbû û wisa dizanî ku li kû derê û li kîjan welatî çi bixwaze wê bikaribe bidest bixe. Ji xwe digot gerîla êdî nikare ji nuqteyên xwe derbikevin û serweriya şer di destê artêşa Tirk de ye. Lê hesaba malê ya dewleta Tirk û hikûmeta faşîst ya AKP-MHP’ê li bazarê nehat, ji ber ku balafirên wan yên bêmirov êdî nikarin li asîmanê Kurdistanê bifirin, ji aliyê Gerîlayên Azadiyê ve bi mûşekên ku NPG’ê di Newrozê de weke Mizginiya Newrozê ragihand li asîmanan tên parçekirin, agir bi wan dikeve û dikevin bin mekapên zer yên Gerîlayên Azadiyê. Bi kurtî û kurmancî gerîlayan bejahî û asîmanê pîroz yê Kurdistanê ji dewleta Tirk re kiriye goristan.
Li gor daxuyaniyek ya Navenda Parastina Gel (NPG) ku di 20’ê Adarê de weke Mizgîniya Cejna Newrozê ji raya giştî ya Kurdistan û cîhanê re weşand, tê de hate gotin ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bûne xwediyê derfeta balafirên bêmirov yên dewleta Tirk bêbandor bikin. NPG’ê ragihand ku gerîlayan di 12 mehan de 15 balafirên bêmirov yên dewleta Tirk yên ji cûrê Bayraktar TB2, Anka, Aksûngûr û Akinci xistine xwarê. Ji van balafirên bêmirov ku dewleta Tirk weke balafira xwe ya bêmirov ya herî pêşketî pesnê wê dida anku Akinci, gerîlayan du ji wan jî xistine xwarê.
Weke ku Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Mûrat Karayilan dibêje “Her dagirkerekê ku lingê xwe danî ser xaka Kurdistanê divê yan bireve yan jî wê bimire!”
Bi vî awayî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bêhevsengiya ku di aliyê leşkerî de li beramberî dewleta Tirk ya dagirker heyî ji holê rakir, hevsengiyek di derfetên şer de ava kir û bi vî awayî bûye xewnreş û kabûsa artêşa Tirk ya dagirker, dewleta wê ya faşîst, hevkar û nokerên bi wê re.
Li ser vê yekê bê gûman gotina ‘kî ber xwe û kî berane’ di şerê gerîla û artêşa Tirk a dagirker de wê hîn zelaltir xuya bike…
(wd)