Di mehekê de nêzî 100 milyon bermîl nefta Iraqê hatiye firotin

NAVENDA NÛÇEYAN

Kompanyaya SOMO ragihand ku di meha Sibatê de 99 milyon û 592 hezar û 311 bermîl nefta Iraqê hinardeyî bazara cîhanê hatiye kirin.

Kompanyaya bazarkirinê ya petrola Iraqê ‘SOMO’ bi daxuyaniyekê rêjeya hinardekirina nefta Iraqê ya meha Sibata 2024’an eşkere kir

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bîrên petrolê yên Kerkûkê milyonek û 408 hezar û 757 bermîl neft hatiye firotin.

SOMO’yê da zanîn ku di meha Sibata 2024’an de bi giştî 99 milyon û 592 hezar û 311 hezar bermîl nefta Iraqê hinardeyî bazara cîhanê hatiye kirin.