Sazî û rêxistinên Şengalê êrişa dewlet Tirk a Serdeştê şermezar kirin

ŞENGAL-ROJNEWS

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî,Însiyatîfa Ciwanên Ereb û Deseta Serok eşîrên Şengalê êrişa dewleta Tirk a dagîrker  ku  îro di seatên nîvro de li nêzî kampa Serdeştê pêk hat şermezarkirin û da diyarkirin Erdogan di hilbijartina de û li hemberî berxwedaniya Gerîlayên Azadiyê rastî şikestinên mezin hatiya lewam êrişî ser Şengalê dike û gotin ‘Em ji êrîşên we natrsin’

Dewleta Tirk a dagirker li nêzî kampa Serdeştê ya çiyayê Şengalê wesayîteke sivîl hedef girt û di encama êrişê de li gor agahiyan du kes birîndar bûne.  Bi êrişê re gelê Şengalê herikîn cihê daxuyaniyê û eriş şermezar kirin. Piştî sazî û rêxstinên Serdeştê , endamên meclisa û saziyên civaka Êzidî û Ereb jî berê xwe dan cihê bûyerê û bi daxuyanyekê bang li hikûmeta Îraqê hate kirin da ku  sînorekî ji  êrişên dewleta Tirk de re deyine.

Di serî de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Edûl Şemo axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker li hrmber berxwedaniya gerîla têk çûye lewma êrişên xwe liser Şengalê berdewam dike. Em wek xelkê Şengalê ji êriş û gefên Erdgan natirsin.  Ne tenê li çiya di hemû milan de Erdogan rastî şikestinê hatiye, di hilbijartinan de jî bi sernektin ji ber van şikestinan bûye mîna gurê har û êrişî her derê  dike.”

Li ser navê  ‘Înîsiyatîfa Ciwanên Ereb Hesen Eswed  daxuyanî û got : ”Em êrişên hovene yên  dewleta Tirk a dagirker ku bê navber li ser  hemû nafçeyên Şengalê û hedefgrtina zarok û malbatên me em şermezera dikin.  Me gelek cara daxwaz kiriya ji cihên peywendîdar ji bo sînorekî  ji bo dewleta Tirk daynin. Lê heya niha dewlet bê helwîste li himber van êrişa.  Di van êrişan de bênavber  zarokên me tên hedefgirtin. Em dibînin ku Erdogan jiber şikestina xwe ya di hilbijartinên Bakûr veşêre, êrişî her derê dike.  Em ji Erdogan re dibêjin êdî bese û dawî li van êrîşa bîne eger liser van êrişa berdewam be wê gel bi îradeya xwe sînor ji êrişa re deyîne.  Li hember berxwedaniya gerîla li çiyayên Kurdistanê dewleta Tirk bêçare maye û derbeyên giran ji destê gerîla dixwe, li wir nikare pêş bikeve lê di van herêmê din bi balefran êriş dike.”

Her wiha li navenda Şengalê jî desteya Serok eşayirî jî bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk şermezar kir  daxuyanî ji aliyê Feqîr Berekat Endamê Desteya Eşayîrî ve hate dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; ”Dewleta Tirk a têkçûyî careke din êrişê çiyayê Şengalê kir û seyareya ku 3 jin têde bûn hedef girt. Di encamê de 2 jin birîndarbûn niha li nexweşxaneyê ne. Ev pêkanîneke ne mirovane ye. Erdogan careke din dixwaze DAIŞ’a xwe bîne serê çiyayê Şengalê. Evqas êrişkirina ser me dide nîşan ku em çiqas mezinin. Tiştê ku dike ne mirovane ye, li dijî zarokên Êzidiyan pêktîne.

(me-îê/wd)