‘Ne şefafiyeteke mezin di çavkaniyên dahata Herêma Kurdistanê de heye’

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Petrol û dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji ber ne zelalî û nepeniya zanyariyan derbarê her du dahatan de bûye sedema nakokiyên mezin di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de. Xwendekarê  doktorayê yê beşa zanistên aborî û darayî Bîlal Reûf got; “Dahata navxweyî ya berhemên ji derveyî petrolê ya Herêma Kurdistanê dema ku tê komkirin, têde zelalî, hejmarî û şefafiyet nîne.”

Li gorî daneyên ku Wezîrê Darayî yê Herêma Kurdistanê belav kiriye, dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê 350 milyar dînar û dahata petrolê jî 300 milyon dolare. Lê ev hejmar ji bo tu saziyeke çavdêriyê ne zelal û ne pêbawerin. Ji ber ku parlamentoya ku ji çavdêriyê berpirsyare, têk çûye û naxebite. Buroya Çavdêriya Darayî li herêmê ne çalake. Ji ber vê yekê, kes nizane ka çiqas dahata navxweyî ya rastîn tê xerckirin.

Pisporê aborî û darayî û xwendekarê doktoraya beşa zanistên aborî-darayî a giştî Bilal Reûf ji ajansa me re derbarê mûçe û çavkaniyên dahatê axivî.

Bîlal Reûf got; “Em dizanin ku li Herêma Kurdistanê du çavkaniyên dahata me hene. Dahata petrolê û dahata navxweyî ye. Dahata petrole diyare hinartina petrola Herêma Kurdistanê rawestiyaye. Lê dahata navxweyî ya herêmê têra dabeşkirina mûçeyên karmendan nake. Li şûna wê, hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare mûçeyên çend mehan bide.”

Di dewamê de Bîlal da zanîn ku eger hikûmeta Herêma Kurdistanê niyeta wê bike, eger Bexda mafên Herêma Kurdistanê nede û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê neşîne, wê demê Herêma Kurdistanê dê careke din serî li hinardekirina petrolê bide. Herwiha da zanîn ku heta ku Herêma Kurdistanê petrolê hinarde neke û nefiroşe, bi tu awayî nikare û naxwaze mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê dabeş bike.

Bîlal Reûf da zanîn ku li Silêmaniyê Banka Navendî ya Herêmê heye û li Hewlêr û Duhokê jî bankayên bazirganî hene ku berpirsiyar komkirina dahata neftê ya Herêmê ne. Ji ber ku em dikarin li ser bingeha wan hejmaran biryar bidin ka çi bi wan dahatan tê.

Di dewamê de Bîlal wiha got; “Bi giştî di berhevkirina jêderên dahatê de şefafîtî heye. Ji ber ku li Herêma Kurdistanê zêdetirî 4 milyon çavkanî yan jî rêkarî hene ku dahata petrolê nepetrolê kom dike. Wate 4 milyon rêgez û yasa hene ku evane jî çavkaniya dahata Herêma Kurdistanê ne. Ji van çavkaniyan yek jî ne diyarin ku çend ji wan bac, mûçe, gumrik, elektrîk, av, çiqas qezenc dikin û hwd. Ji ber wê jî zehmete ku em biryarekê bidin ka dê çi were serê pere û dahatan. Lê divê hikûmeta Herêma Kurdistanê van nezelalî û neşefafiyetan eşkere bike.”

Ger amarên Wezîrê Darayî li ber çavan bê girtin, dahata navxwe ya sê mehan 1.5 milyar dînare û dahata petrolê hinekî kêmtir an jî zêdetirî 900 milyar dolare. Bi vê yekê dê li Herêma Kurdistanê pirsgirêka mûçe çareser bibe. Ev jî ji bilî pereyên ku ji Bexda û hevpeymanan tên ji pêşmerge re.

(wd)