Hikûmeta Navendî bi rêya boriyek din wê petrola Herêma Kurdistanê hinarde bike – Hate Nûkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Reutersê ragihand, Wezareta Petrola Iraqê plan dike ku boriya petrola Herêma Kurdistanê bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê bixe şûna boriya Kerkûk-Ceyhanê.

Reuters li gorî agahiyên ji Cîgirê Wezîrê Neftê yê Iraqê Basim Mihemed Xizeyir girtî, di derbarê destpêkirina hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê de hinek agahiyên nû belav kir.

Li gor Reutersê Cîgirê Wezîrê Neftê yê Iraqê ragihand, Bexda hewl dide boriya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de tamîr bike û bi vê yekê Herêma Kurdistanê heta dawiya vê mehê rojane 350 hezar bermîl petrol bi rêya Bendera Ceyhanê wê hinarde bike.

Herwiha diyar kir ku ji ber têkçûna hevdîtinên Bexdayê yên li gel Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina hinardeya petrole, hikûmeta navendîhewl dide hinardeya bi rêya boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê ji nû ve bide destpêkirin ku xeta boriyê ya ku ev 10 salin ji kar derketiye, tê payîn ku bi xeta boriyê ya ku salek hatiye rawestandin re bê kirin.

Ajansê danûstandinên di navbera Bexda û Hewlêrê de ji bo destpêkirina hinartina petrolê ji bo Tirkiyê lewaz û bê encam binav kir. Ji ber ku Tirkiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal şert û mercên dijber dane pêş.

Herwiha Reutersê behsa wê yekê jî kir ku Hikûmeta Federal ya Iraqê bang li şîrketên petrolê dike ku bi wê re bikevin nava danûstandinan ji bo bi rêya boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê petrolê bifiroşe Tirkiyeyê.

Di dewamê de Reutersê diyar kir ku Basim Mihemed Xizeyr ragihand ku karên tamîrkirina boriyên neftê ku dikeve navbera Herêm û Tirkiyeyê de temam bûne û wê heta dawiya vê mehê ji bo xebitîn û dubare hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê wê amade be.

Reuters ev yek ji bo van pêngavên hikûmeta Iraqê kir ku dibêje ev yek dê hikûmeta Herêma Kurdistanê hêrs bike, bi taybetî ku ji ber sedema ku ew bi giranî xwe dispêrin dahatên petrolê.

Reuters da zanîn ku Mihemed Xizeyr diyarkiriye ku piştî destpêkirin hinardekirina neftê, wê rojane 350 hezar bermîl nefta Herêmê bi rêya Bendera Ceyhan hinaredeyî cîhanê bê kirin.

Derbarê boriya petrolê ya Kerkûk Ceyhanê de jî dibêje “Boriya petrole ya Kerkûk-Ceyhanê 960 kîlo metre dirêje û sala 2014’an ji ber êrişên çeteyên DAIŞ’ê ziyan dîtiye û hinardeya bi rêya vê boriyê hatibû rawestandin ku berê ji sedî 50’yê bazara cîhanê bi rêya vê boriyê dihate kirin.

(fk)