NAVENDA NÛÇEYAN
Projeya serokê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî ya bi navê ‘hejmara min’ ku projeyeke bankiye, bûye sedema nerazîbûna muçexwerên Herêmê û li aliyê din jî di navbera Herêm û Bexdayê de pirsgirêk derxistiye. Tişta giring ku were zanîn ewe gelo ev proje di berjewendiya muçexwerên Herêmê de ye yan jî di berjewendiya hizba desthilat (pdk) û binemala Barzanî de ye?
Serokê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî dixwaze bi zorê sîstemeke bankî ya bi navê ‘hejmara min’ li ser muçexwerên Herêma Kurdistanê bide ferzkirin. Ji bo vê jî muçexwer tên neçarkirin li bankên ku ji wan re hatine diyarkirin hesabek ji xwere vekin. Daku muçexwer pereyê ji Bexdayê ji bo muçe tê şandin, li wan bankan bi rêya hesabên vekirine muçeyê xwe wergirin.
Hikûmet çawan dikare destkarî li pereyê di nava ‘hejmara min’ de bike?
Ji ber bankên ku ji bo ‘hejmara min’ hatine diyarkirin bankên taybetin û nêzî desthilatê ne, Hikûmet ji her muçexwer yan jî welatiyek ku deynên hikûmetê lêbe deynên xwe ji hesabê wî bibire, yan jî bixwaze muçeyê wê/wî dereng bixe û kêmbike dikare bike.
Du sedemên sereke hene ku welatî baweriyê bi projeya ‘hejmara min’ nayînin. Sedema yekem ewe ku bankên ji bo projeyê hatine diyarkirin bankên taybetin, her wextek ev bank iflas bikin, wê muçeyê muçexweran jî pêre here. Sedema duyem jî gumanên welatiyan li ser wê yekê hene ku hikûmet kengî bixwaze dikare destkariyê di muçeyê wan de bike.
Di vê çarçoveyê de muçexwerên Herêma Kurdistanê di meha Adarê de zêdetirî 100 hezar îmze ji bo redkirina projeya ‘hejmara min’ komkirin û radestî Dadgeha Federal a Iraqê kirin. Ev jî wek derbek mezin a li dijî projeya Mesrur Barzanî tê pênasekirin.
‘Hejmara min’ projeyek darayiye yan jî siyasiye?
Projeya ‘hejmara min’ ne tenê projeyek bankiye, di heman demê de projeyeke siyasiye. Peywendiya xwe bi dahata Mesrur Barzanî ve jî heye. Ji ber vê çendê jî ji bo razîkirina Bexda ya li ser projeyê şerê man û nemanê dike.
Mesrur Barzanî bi rêya şandeya Herêmê ji berpirsên hikûmeta Iraqê re ragihandiye ku ji bilî ‘hejmara min’ nabe muçeyê muçexwerên Herêm bi ti rêyek din were dayîn. Ji berku peywendiya xwe bi ewlehî û hebûna statûya Herêma Kurdistanê ve girêdaye.
Mesrur Barzanî ji bo hem Bexda hemjî muçexwerên Herêma Kurdistanê razî bike, projeya xwe bi hebûna statûya Herêma Kurdistanê girêdaye.
Ne tenê ev, Mesrur Barzanî tevlîbûna PDK’ê ya di hilbijartina parlementoya Herêmê de wek mercek yê pejirandina projeya ‘hejmara min’ dixe pêş hikûmeta Iraqê. Mercek din jî ewe ku hebûna xwe wek serokê hikûmetê bixe garantiyê. Lê her du merc jî li nav Herêm û Bexdayê tên redkirin.
Hejmara min yan K Kart?
Hefteya borî karmendên Herêma Kurdistanê li bendê bûn ku bi rêya projeya K Kart a Iraqê yan jî ‘projeya min’ a Herêmê muçeyên xwe wergirin. Lê niha her du proje ji bo muçexweran bûne pirsgirêk. Ji bona wê dibe dîsan muçe bibe yek ji mijarên siyasî ku ta radeyek Dadgeha Federal muçe ji mijarên siyasî durxistiye.
Projeya K Kart a Iraqê bi rêya her sê bankên Reşîd, Rafîdeyn û TBI yên hikûmeta Iraqê tên bicihanîn. Lê projeya ‘hejmara min’bi rêya bankên taybete. Heta niha her pênc bankên ART Bank, Cîhan, Banka Îslamî, BBAC û Banka Ehlî ya Iraqê tevil bûne.
Di çarçoveya dabeşkirina muçe de jî, hikûmeta Iraqê pereyê muçe di destê xwe de dihêle û pê kar dike. Her bac û gumrikek ya pevguherîna pere ji bo hikûmetê diçe. Lê projeya ‘hejmara min’ a hikûmeta Herêmê dahata wê ji bo bankên taybet diçe û derfetên destkarîkirina muçe jî heye.
Dadgeha Federal a Iraqê di 21’ê Sibata 2024’an de biryar da ku muçeyê karmendên Herêma Kurdistanê rasterast ji aliyê Bexdayê ve were dayîn. Ji bo vê çendê jî daxwaz kir ku muçe bi rêya bankên Iraqê were girtin.
Li gorî vê pirsgirêka projeyê yasayiye û eleqeya xwe bi biryara dadgeha federal a Iraqê ve heye ku dibêje, proseya bi bankîkirina muçeyê muçexwerên Herêmê divê bi rêya bankên federal ên Iraqê yanî ji aliyê Bankên Reşîd, Rafîdeyn û TBI ve bê dayîn.
Bi zelalî Dadgeha Federal dawî li wê aniye ku projeya ‘hejmara min’ nayê qebûlkirin û red kiriye. Israrbûna Mesrur Barzanî ya li ser projeyê wê yekê nîşan dide ku dixwaze muçeyê muçexweran bike lîstik û karteke siyasî ji bo berjewendiyên xwe û malbata xwe bikarbîne.
(kş)