Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de çend welatiyên sivîl li Başûr şehîd bûn?

NAVENDA NÛÇEYAN

Di sala 2024’an de jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê didomîne û bi tu awayî guh nade tu zagon û nirxên mirovî. Ji destpêka îsal ve heta niha 9 kes di encama bombebaran û êrişên terorîstî yên li nav bajaran de şehîd bûne û 4 kes jî birîndar bûne.

Wek salên berê, eewleta Tirk a dagirker, ji 1’ê Çileya îsal ve heta îro bi gelek şêwazên cuda hewl dide gelê Kurd tune bike. Li Amêdî, Akrê, Duhok, Silêmanî, Kerkûk, Mexmûr û Şengalê bi sedan êrişên hewayî û terorî pêk anîne ku di encama van êrişan de 13 welatiyên sivîl bûne qurbanî ku ji wan 9 welatî şehîd bûne û 4 welatî jî birîndar bûne.

Dem, cih û navên şehîdên sivîl wiha ne; di 18’yê Çileyê de çalakvan û siyasetmedara jin ya Rojavayê Kurdistanê Firyal Silêman piştî ku ji bo xebatên li ser pirsgirêkên jinan serdana Başûrê Kurdistanê kiribû, li Kerkûkê hat şehîdkirin.

Di 20’ê Sibatê de balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker Çiyayê Serê yê gundê Kafya yê girêdayî bajarokê Dinarte yê navçeya Akrê bombe kirin. Di encama bombebaranê de 2 welatiyên sivîl yên bi navê Arif Taha (61) û Beşîr Omer Elî (68) şehîd bûn. Her du jî pêşmergeyên xanenişîn bûn û welatiyekî din jî birîndar bû.

Di 29’ê Sibatê de dewleta Tirk a dagirker bi balafira bêmirov wesayiteke Komîteya Şehîdan a Şengalê bombebaran kir ku Endamê Komîteya Malbatê Şehîdan Sadûn Mîrza Elî ku bavê sê zarokan bû, şehîd bû.

Dr. Abdulkadir Sabrî Toprak jî ji bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê bû, endamê HDP’ê bû û 13 sal bûn ji ber dozên siyasî ji Bakurê Kurdistanê koçî Silêmaniyê kir. Dr. Abdulkadir Sabrî Toprak di nexweşxaneyeke taybet de dixebitî. Gelek caran ji aliyê MÎT’a Tirk ve rastî gefan hatiye. Di 29’ê Sibata 2024’an de li ber xwaringeha Westa Hesen ya Silêmaniyê hate gulebarankirin û şehîd bû.

Di 8’ê Adarê de dewleta Tirk gundê Dêwke yê yê li ser sînorê Şîladizê yê Dihokê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 welatiyên bi navê Seîd Mubarek (35) û Araz Ferec (29) şehîd bûn. Kesekî din yê bi navê Salih Mubarek birayê yek ji şehîdan jî birîndar bû.

Di heman rojê (8’ê Adarê ) de dewleta Tirk a dagirker bi balafiran êrişî Şengalê kir û di encamê de şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mejdal Hesen Xelef şehîd bû.

Di 13’ê Nîsanê de dewleta Tirk bombe li malek li bajarokê Şarbajêr yê girêdayî bajarê Silêmaniyê barand. Di encamê de ciwanê bi navê Mihemed Seîd şehîd bû.

Tevî van êrişên faşîst yên dewleta Tirk a dagirker û hedefgirtina sivîlan jî lê belê ne hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî hikûmeta navendî ya Iraqê li dijî êrişên dewleta Tirk helwestek cidî nîşan nedan. Ger wisa bimînin dê hemû sivîl bibin hedefa dewleta Tirk.

(wd)