Jinên Herêma Raperîn: Jin bi fikirê Rêber Ocalan geş bûn

RAPERÎN/ROJNEWS

Jinên Herêma Raperîn diyarkirin ku di dîroka mirovahiyê de ti serkirdeyek mîna Rêber Ocalan girîngiyê nedaye îrade û hebûna jinan, jibo vê jî jin deyndarê Rêber Ocalanin û gotin; “Ji wê rojê ve jin bi fikir û felsfeya Rêber Ocalan geşbûne û xebata xwe berfirehtir kirine.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hemû nirxandinên xwe de behsa rola jina dike, girîngiyek mezin dide jin û azadiya jinê. Rêber Ocalan dibêje; “Heya jin azad nebe, civak jî azad nabe’. Îro li seranserê cîhanê felseyfeya Rêber Ocalan bûye bingehê jiyanek azad jibo jinan, jinên Herêma Raperîn derbarê bandora fikirên Rêber Ocalan ya li ser azadî û hebûna jinan de ji ajansa me re axivîn.

Jina bi navê Awaz Îsmaîl da zanîn ku di dîroka mirovahiyê de ti serkirdeyek mîna Rêber Apo girîngiyê nedaye îrade û hebûna jinan. Awaz wiha pêde diçe; “Îro jin bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan, di çeperên şer dene, bûne fermandar, parastin li mafê xwe, îradeya xwe û gelê xwe dikin. Li Rojavayê Kurdistanê jinan hêz û îradeya her par parçeyên Kurdistanê bihêztir kir, ev yek jî hemû bifikir û felsefeya şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê serî hilda. Li Başûrê Kurdistanê yên ku li dora Rêber Ocalan kombûne, xwedî îrade û hêza xwene, ji bo vê jî em weke jin deyndarê Rêber Ocalan. Ji bo vê pêwîste em li hemû cihî daxwaza azadiya Rêber Ocalan bikin.”

Jina bi navê Edîbe Elî jî derbarê bandora fikir û felsfeya Rêber Ocalan de dibêje; “Jinan bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan karîn berxwedanê bikin, DAIŞ û dagirkeran bişkînin. Bi dehan jinên me yên pêşeng hene û niha jî jin li ser bingehê berxwedana wan parastina doza xwe, gelên bindest û azadiya xwe dikin. Bi felsefeya Rêber Ocalan şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jin ji nav çar dîwar û sîstema zilamslariyê rizgar bûn û niha têdikoşin. Ji wê rojê ve jin bi vê felsefeyê geş bûn û rastiya jinan nasiye.”