ROJEVA 17.04.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Cejna Çarşema Sor a Êzidiyane, bi vê boneyê wê li gelek cihan bi çalakiyan were pîrozkirin.

Hatina serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo Bexdayê di rojevê de ye, nerazîbûnên li dijî hatina wî tên nîqaşkirin.

Encûmena Bilind a Rêxistina Astengdaran wê li avahiya Bejin Kinan a li Silêmaniyê di derbarê zêdenekirina muçe de civînek çapemeniyê lidarxin. (14:00)

Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan dewam dikin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Gerîlayên Azadiyê Kurdistanê diparêzin.

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 176 rojin agahî nayê girtin.

Çalakiyên bi boneya salvegera Enfalê berdewamin.

Pisporê Karûbarên Leşkerî û Sekreterê berê yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer ragihand ku bi rêya yasa û destûrê parastina sînoran, erkê hikûmeta Iraqê ye, lê nekariye hêzên xwe bişîne ser sînor û wiha got: “Şerê ku Tirkiye dixwaze li gel PKK’ê bike, ne di berjewendiyê Iraqê deye û ne ji beşek ji şere.”

Jinên Herêma Raperîn diyarkirin ku di dîroka mirovahiyê de ti serkirdeyek mîna Rêber Ocalan girîngiyê nedaye îrade û hebûna jinan, jibo vê jî jin deyndarê Rêber Ocalanin û gotin; “Ji wê rojê ve jin bi fikir û felsfeya Rêber Ocalan geşbûne û xebata xwe berfirehtir kirine.”

Welatiyên naveçeya Çemçemal li dijî dagirkeriya dewleta Tirk daxwaza yekgirtinê ji aliyên Başûrê Kurdistanê kirin. Welatiyan gotin ku Kurd tenê bi yekitiyê dikarin Kurdistanê ji dagirkeran biparêzin.

Hêmin Mukiryanî, yek ji helbestvanê mezin ê wêjeya Kurdî ye ku di 18’ê Nîsana 1986’an de li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.