Kujerê jina ciwan Feyrûz Azad hat binçavkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Polîsê Hewlêrê ragihand ku kujer û sûcdarê sereke yê Feyrûz Azad ku îro li bajarokê Daretû yê Hewlêrê hatiye qetilkirin ku birayê keçê bû hat binçavkirin. Dayika keça hatiye qetilkirin jî dibêje “Bav û birayê wê keça min kuşt.”

Polîsê Hewlêrê û dayika ku îro sibehê di mala xwe ya li bajarê Daretû yê Hewlêrê hate qetilkirin, agahiyên nû derbarê sûcdaran de belav kirin.

Li gor gotinên dayika jina ciwan ya hatiye qetilkirin (Feyrûz Azad) k udi 18’yê Mijdara 2023’an de du kesan hewl da destdirêjiyê lê bikin, lê piştî ku li ber xwe da, her du sûcdaran ew di avahiyeke bilind de avêtin xwarê û di encamê de bi giranî birîndar bû. Îro jî weke berdewamiya wê bûyera destdirêjiyê ji aliyê bav, bira û xizmên xwe ve Feyrûz Azad hate gulebarankirin û weke bi hezaran jinan bû qurbana hişmendiya qirêj ya mêrsalariyê.

Dayika jina ciwan Feyrûz Azad îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir ku piştî saet 07:30’ê bav, bira, pisxalet û çend kesên din bi du wesayîtan bi ser mala keça wê Feyrûzê de digirin û wê gulebaran dikin. Dayika Feyrûz got; “Wan heft gule li keça min dan û ew qetil kirin. Navê bavê Feyrûzê Azad Qadir Ebdullah û navê birayê wê jî Ebdulkerîm Azad’e, keça min Feyrûz gulebaran kirin û ew qetil kir.”

Herwiha Polîsê Hewlêrê derbarê bûyera qetilkirina jina ciwan Feyrûz Azad de ragihand ku hêzên wan sûcdarê sereke yê bûyera qetilkirina Feyrûzê ku birayê wê Ebdulkerîm Azad’e binçav kirine.

(wd)