Li ser mûçeyê karmendan, rêveberên Rafîdeyn û Reşîd ji bo Parlamentoyê hatin vexwendin

NAVENDA NÛÇEYAN

Lijneya Destpakiyê ya Parlamentoya Iraqê ragihand ku ji ber mijara elektronîkirina mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê, rêveberên giştî yên bankayên Rafîdeyn û Reşîd ji bo Parlamentoyê hatin vexwendin.

Lijneya Destpakiyê ya Parlamentoya Iraqê di derbarê elektronîkirin û xistina li ser sîstema bankayê ya mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber derengxistina proseya xistina li ser sîstema bankayê ya mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê, rêveberên giştî yên her du bankayên Rafîdeyn û Reşîd ji bo Parlamentoyê hatin vexwendin.

Lijneyê bang kir ku di 22’ê mehê de her du rêveberên giştî yên bankayên Rafîdeyn û Reşîd li Parlamentoya Iraqê amade bin daku sedema dereng ketina mijara mûçeyê karmendên Herêmê bizanin.

Hêjayî gotinêye ku Dadgeha Federal di 28’ê Sibatê de biryar da ku dabînkirina mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve were kirin. Her wiha biryar da ku mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê bi rêya bankên federal were dayîn û hesabên bankî ji bo mûçeyên karmendan were çêkirin.

(fk)