Di êrişa dewleta Tirk de welatiyek din jî şehîd bû

NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva borî dewleta Tirk a dagirker devera Biradostê bombebaran kir û di encamê de welatiyek şehîd bû. Cenazeyê wî îro danê sibehê hate dîtin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandîn, duh bi şev balefirên dewleta Tirk a dagirker gundê Nawdarok yê li sînorê Biradostê bombebarankirin.

Her wiha hate diyarkirin ku welatiyê ji gund ê bi navê Serwer Hacî Qadir winda bûye, lê di danê vê sibehê de cenazeyê wê hatiye dîtin ku derket holê di encama bombebaranê de şehîd bûye.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku duh şev ji ber gera zêde ya balefirên dewleta Tirk û bombebarankirin herêmê, nekarîn li Serwer Hacî bigerin heta vê sibehê nû hate dîtin.

Hêjayî gotinêye ku dewleta Tirk a dagirker bê navber Herêma Kurdistanê û welatiyan bombebaran dike. Herî dawî heftiya borî li sînorê gundê Gelale yê li navçeya Şarbajêr a ser bi Silêmaniyê welatiyek hate şehîdkirin. Ji serê salê de di êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker de 10  welatî hatine şehîdxistin.

(fk)