ROJEVA 19.04.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

-Hatina serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo Bexdayê di rojevê de ye, nerazîbûnên li dijî hatina wî tên nîqaşkirin.

-Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan dewam dikin.

-Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

-Gerîlayên Azadiyê, Kurdistanê diparêzin.

-Ji rojnamevan Silêman Ehmed 178 rojin agahî nayê girtin.

-Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser Herêma Kurdistanê zêde bûne û rojane sivîl û milkên wan dike armanc. Fermandarekî leşkerî dibêje “Dijmin wê tu carî dudiliyê neke ku me çawa û bi çi awayî tune bike. Ji ber vê yekê Tirkiye êdî şer ji çiyayan aniye nav bajar û taxan.”

-Li ser qetilkirina gelê Kurd a ji aliyê rejîma Bees’ê ve 36 sal derbaz dibin, lê hîna cerdevan û misteşarên ku destê wan di nava vê komkujiyê de heyî nehatine cezakirin. Kesûkarên qurbaniyên enfalê bang û daxwaz dikin ku ji bo birîna wan bikewe, cerdevan û misteşar werin dadgeh kirin.

-Bombebaranên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê ne tenê ji bo tinekirina Kurda ye, di heman demê de dixwaze xwezaya Kurdistanê jî wêran bike. Devera Pênciwên yek ji wan cihane ku dewleta Tirk bi berdewam êrişan lê pêktîne. Di encama êrişan de ziyanek mezin gihaye xwezaya deverê. Jîngehparêzên deverê jî gotin: “Tenê di sala borî de ji ber bombebaranên artêşa Tirk 58 hezar donim daristan li Pênciwên şewitîne.”

-Şandeyeke hevpar bi pêşengiya Mîr Nayîf Dawid Selman, bi tevlîbûna Tifaqa Hêz û Pêkhateyên Şengalê, Desteya Eşayîrî û Desteya Oldaran, serdana Bexdayê kir û bi rayedarên Iraqî re rêze hevdîtin pêktîne. Di hevdîtinan de daxwazên gelê Şengalê xal bi xal tê parvekirin û li ser mijarên siyasî, îdarî, ewlehî û vegerê tê axaftin.