Li Silêmaniyê bombe bi wesayîtekê ve teqiya

SILÊMANÎ

Beriya demek kurt li taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê bombeyek bi wesayîtekê ve teqiya û di encamê de du wesayît şewitîn. Li gorî agahiyên destpêkê wesayîta bombe tê de teqiyayî, ya endamek berê yê serokatiya YNK’ê bû.

Hate ragihandin ku beriya demek kurt li taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyê bombeyek bi wesayîtekê ve teqiya û di encamê de du wesayît şewitîn.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, wesayîta bombe tê de teqiyayî, ya endamê berê yê serokatiya YNK’ê Eta Serawî bû.

Niha hêzên emnî gihiştine cihê buyerê lêkolîn dane destpêkirin.

(fk)