SOHR: 28 leşker û milîsên Şamê hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî otobuseke leşkerî ya li Hûmûsê û baregeheke li nêzî sînorê Iraqê de herî kêm 28 leşker û milîsên Şamê hatin kuştin.

Li gorî bîlançoya nû ya ji aliyê SOHR’ê ve hat eşkerekirin, çeteyên DAIŞ’ê li herêmên di bin kontrola hikûmeta Şamê de du êriş pêk anîne û di encama êrişan de 28 leşkerên Şamê û milîsên alîgirê hikûmetê hatine kuştin.

Di êrişa ewil a êvara Pêncşemê de çeteyên DAIŞ’ê li dijî otobuseke leşkerî ya li rojhilatê Hûmûsê êriş pêk anî û di encamê de 22 leşker û endamên komeke alîgirê hikûmetê hatin kuştin.

Li rojhilatê wê jî li nêzî sînorê Iraqê hate ragihandin ku di êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî baregeheke li nêzî Bûkemalê de 6 leşkerên Şamê hatine kuştin û 2 leşker jî hatine revandin

Li gorî SOHR’ê, di dawiya meha Adarê de çeteyên DAIŞ’ê piştî ku bi kemînê 8 leşkerên Sûriyeyê girtin ew ‘kuştine’. Li gorî SOHR’ê, ji destpêka salê û vir ve bi taybetî li herêmên Dêra Zorê, Hûmûs û Reqayê zêdeyî 268 leşker û endamên komên alîgirê hikûmetê di kemîn, êriş û teqînan de hatine kuştin.