Amerîka: Em beşdarî tu kiryarekî terorê li dijî Îranê nebûne

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê DYA’yê destnîşan kir ku ew beşdarî tu “kiryarên terorî” li dijî Îranê nebûne.

Îro li gelek deverên Îranê êrişên bi balafiran pêk hatibûn.

Wezîrê karên derve yê DYA’yê Antony Blinken piştî teqînên li Îranê axivî. Blinken diyar kir ku Amerîkayê beşdarî tu “Kiryarên terorî” li dijî Îranê nebû. Berpirsên Amerîkayê û çapemeniyê da zanîn ku ew teqîn ji aliyê Îsraîlê ve hatine pêkanîn.

Blinken di civîneke çapemeniyê de got: “Ez der barê bûyerên ku rapor li ser hatine dayîn de tiştekî nabêjim. tenê ez dibêjim ku armanca me agirbest e.”

Blinken got ku Amerîka pabendî ewlekariya Îsraîlê ye.