NAVENDA NÛÇEYAN
Têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a ji Amarayê heta Îmraliyê di pêşangeheke wêneyan de hat vegotin.
Yekitiya Jinên Ciwan, bi dirûşma ’’Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî”, bi 18 wêneyan têkoşîna 50 salan a Rêber Abdullah Ocalan nîşan da.
Pêşengeha ku bi dehan ciwan û gelek kes beşdar bûn li parka taxa Qidûrbeg a bajarê Qamişlo hat vekirin.
18 wêneyên Rêber Abdullah Ocalan yên ji Amarayê heya bi Girava Îmraliyê hatin pêşandan. Li ser wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, bi nivîsên erebî têkoşîna 50 salan dihate vegotin.
Di şahiya pêşangehê de li ber stranên gelêrî govend hat gerandin.