Di Rûbarê Sîrwan de ciwanekê 20 salî xeniqî

NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsê Germiyan ragihand ciwanekê 20 salî de dema melevanîkirinê de di Rûbarê Sîrwan yê navçeya Kelarê de xeniqî, cenazeyê wî hate dîtin û rakirine tiba edlî.

Rêveberiya Polîsê Germiyan bi daxuyaniyekê ragihand ku îro êvarê li navçeya Kelarê ciwanekê 20 salî ye binavê Arî Hekîm Rehîm li taxa Kelara Kevin de dema melevanîkirinê de di Rûbarê Sîrwan yê navçeya Kelarê de xeniqî, cenazeyê wî hate dîtin û rakirine tiba edlî.

Herwisa Polîsê Germiyan eşkere kir ku ciwanê di avê de xeniqî bi çend hevalên xwe re ji bo melevaniyê çûbûn ser Rûbarê Sîrwan û di dema melavanîkirinê de xeniqî.

Rêveberiya Polîsê Germiyanê diyar kir ku bi armanca lêkolîna li ser bûyerê hevalên wî yên pêre hatine binçavkirin, cenazeyê wî jî ji bo otopsiye şandine Tiba Edlî ya Kelarê.

(wd)