Xizmên şehîdan: Ji bo berterefkirina dijmin yekane rê yekitî ye

PÊNCIWÊN-ROJNEWS

Ji ber êrişên dagirkeriyê metirsiyên li ser gelê Kurd û Kurdên Başûrê Kurdistanê zêde dibin û li hemberî vê dagirkeriya berfireh a dewleta Tirk a faşîst tu helwestek cidî nîne. Xizmên şehîdan gotin “Me yekîtiyeke bihêz û mezin pêwîste. Ji ber ku dema em bûyîn hezeke mezin wê dijmin û dagirker jî baş bizanibin ku em hene û wê hesab bike.”

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêma Kurdistanê û sivîlan zêde dibin. PDK jî hevkarê dewleta dagirkere ji bo zêdetir dagirkirina xaka Herêma Kurdistanê û qirkirina gel, talankirina ax û jîngeha Kurdistanê. Lê li hember vê dagirkeriya berfireh û metirsîdar li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê bêdengiyeke giştî heye.

Xizmên şehîdên Herêma Kurdistanê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û alîkariya PDK’ê ji bo dagirkeran ji ajansa me Rojnewsê re bertekên xwe anîn ziman.

Ji xizmê şehîd Îbrahîm Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk ne tene îro êrişî Kurdistanê dike, her tim êrîş û dagirkeriyên xwe yên li dijî gelê me yên bi armanca qirkirin û îmhayê didomîne, got; “Lewra dewleta Tirk a dagirker her tim dijminê hemû gelên Rojhilata Navîn û herêmê bû. Di vê mijarê de ew qet nesekiniye. Niha jî eger ji destê wî bê wê bixwaze vê derfetê ji holê rake. Ne tenê ji bo PKK’ê, ji bo Başûrê Kurdistanê jî xwedî heman hişmendiyê ye.”

Îbrahîm Mihemed got; “”Li gorî hişmendiya serkirdeyên dewleta Tirk divê gelê Kurd bimire, wê çaxê ji bo wan başe. Ji bo bersiva vê hişmendiya dewleta Tirk a dagirker û dijminê gelê me, yekane dermanê êşa gelê Kurd rêxistinbûn û yekîtî ye. Ji ber ku ne mimkûne ku dewletên herêmê piştgiriya me bikin. Ev welat ji bo berjewendiyên xwe, xwe nêzî me dikin. Me yekîtiyeke bihêz û mezin pêwîste. Ji ber ku dema em bûyîn hezeke mezin wê dijmin û dagirker jî baş bizanibin ku em hene û wê hesab bike.”

Di dewamê de Îbrahîm bibîr xist ku ev nêzî 2 salin êrişên dagirkeriyê li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê hene û bênavber bombebaran dike û wiha pêde çû; “Dewleta Tirk a dagirker di van êrişên li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de winda kir û têk çû. Ne tenê têkçûneke leşkerî bû, di heman demê de têkçûneke siyasî jî bû. Ji ber vê yekê, li ser hesabê xwe, êrişa ku wî da destpêkirin û îro jî berdewam dike, wê têk biçe. Dixwest li herêmê projeya tasfiyekirina Başûrê Kurdistanê, PKK û Rojavayê Kurdistanê pêk bîne. Xeyala wî pêk nehat. Gelê me wê serkeftin li pey serkeftinê bidest bixe, dijmin û dagirker jî wê tim binbikevin.”

Xizma şehîd derbarê xiyaneta PDK’ê û piştgiriya wê ya bênavber û ji dil ya ji dewleta Tirk a dagirker re bi van gotinan bang li PDK’e kir; “Ez bang li PDK’ê dikim ku rewşa xwe carekê di ber çavan re derbaz bike, vegere ser xeta şoreşgerî û welatparêziyê. Bi hezaran salên din jî tu bi xiyanetê ve mijûl bî, wefaya dijminan ji bo tu kesê nîne û wê ji bo te jî nebe. Çi bike bila bike, dawiya biyanîperestiyê her  têkçûne. Rêya kesên ku xiyanetê li gelê xwe dikin jî wê bibe ya Hesen Xeyrî.”

Emîne Mehmûd ku welatiyeke din ya ji navçeya Pênciwênê ye û xizmeke şehide derbarê mijarê de wiha got; “Ez weke welatiyekî bang li hemû aliyên Kurd yên her çar parçeyên Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê dikim ku bibin yek. Ger em nebin yek, dewleta Tirk wê êrişên xwe yên bi armanca qirkirinê li dijî me Kurdan bidomîne. Weke her welatiyekê ez jî dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikim.”

Di dewamê de Emîne da zanîn ku gelê Kurd tu carî xaka tu kesî dagir nekiriye, got; “Gelek girînge ku em hemû bibin yek ku tu dijmin derbasî xaka me nebe û dagir neke, çiya û bajarên me bombebaran neke. Ji ber ku gerîla, welatiyên sivîl, jin û zarok di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd dibin. Ji bo pêşîlêgirtina van êriş û dagirkeriyan yekane rêya me yekitî ye.”

Di dawiyê de xizma şehîd Emîne Mehmûd wiha got; “Ez bang li kesên ku dest bi anîna leşkerên biyanî dikin dikim xwe di ber çavan re derbaz bikin. Bila xwîna şehîdan vala neçe. Bila hemû aliyên Kurd pişta xwe bidin dagirkeran û bi tevahî gelê Kurd re bibin yek da ku Kurd bi ser bikevin.”

(wd)