ROJEVA 20.04.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

Wê xelkê gundê Sutke ya ser bi bajaroka Axceler li dijî şewitandina zeviyên wan a ji aliyê hin berpirsên leşkerî ve, li ber dadgeha Silêmaniyê civînek çapemeniyê lidarxin. (10:00)

Rêxistina Azadbûn wê li Silêmaniyê panelek ji bo nivîskar Xebat Ebdullah li ser enfal û nasandina wê wek jenosîd lidarxe. (16:00)

Hatina serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo Bexdayê di rojevê de ye, nerazîbûnên li dijî hatina wî tên nîqaşkirin.

Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan dewam dikin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Gerîlayên Azadiyê, Kurdistanê diparêzin.

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 179 rojin agahî nayê girtin.

Hemû partî û aliyên li Herêma Kurdistanê ji bilî PDK’ê, ji bo hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê amadene. Rojnamevan Mihemed Osman li ser vê ragihand ku aliyek dixwaze desthilata xwe li ser hilbijartinê ferz bike û neyê pêkanîn.

Pêşmergeyê Dêrîn Mihemed Ehmed diyarkir ku Rêber Apo ji bo doza Kurdbûn û zimanê xwe, bi salane di girtîgehê de tê ragirtin û got; “Dewleta Tirk a dagirker, Gelê Kurd weke miletek nabîne, ji bo vê hertim êriş dike, pêwîste Gelê Kurd bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Rêber Ocalan têbikoşe.”

Ji ber êrişên dagirkeriyê metirsiyên li ser gelê Kurd û Kurdên Başûrê Kurdistanê zêde dibin û li hemberî vê dagirkeriya berfireh a dewleta Tirk a faşîst tu helwestek cidî nîne. Xizmên şehîdan gotin “Me yekîtiyeke bihêz û mezin pêwîste. Ji ber ku dema em bûyîn hezeke mezin wê dijmin û dagirker jî baş bizanibin ku em hene û wê hesab bike.”

Pêşmergeyê Dêrîn Mihemed Ehmed diyarkir ku Rêber Apo ji bo doza Kurdbûn û zimanê xwe, bi salane di girtîgehê de tê ragirtin û got; “Dewleta Tirk a dagirker, Gelê Kurd weke miletek nabîne, ji bo vê hertim êriş dike, pêwîste Gelê Kurd bi hemû hêza xwe ji bo azadiya Rêber Ocalan têbikoşe.”

Bi sedema hebûna berfê di çar demsalên salê de, deverên çiyayî yên Balekayetiyê bûye cihek girîng ji bo werzîşên berfê yên ku bi navê kaşûnbaziyê tê naskirin. Werzişvanên kaşûnbaz dibêjin “Divê hikûmet û berpirsên pêwendîdar vê leyîstikê pêş bixin. Ji ber ku eger piştgirî bê kirin, em dikarin nûnertiya welatê xwe di olîmpiyat û festîvalên mezin yên derve de bikin.”