Meqawemey Îslamî bi balefira bê mirov êrişî bajarekî Îsraîlê kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Koma Meqawemey Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan bi rêya balefirek bê mirov êrişî baregehek Îsraîlê ya li bajarê Îlat kirine.

Koma Meqawemey Îslamî ya Iraqê di daxuyaniyek de ragihand, vê sibehê bi rêya balefirek bê mirov li bajarê Îlat yê Îsraîlê cihek hedef girtine.

Di daxuyaniyê tê gotin ku ewê êrişên xwe yên li dijî Îsraîlê berdewam bikin.

Têkildarî ziyanên êrişê ti zanyarî nehat dayîn.

(kş)