KCK: Armanca serdana Erdogan fermî kirina dagirkeriyê û rewakirina êrişên nû ye

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê têkildarî serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo Bexda û Hewlêrê got: “Her çendî ku armanca esas a serdanê weke têkîliyên bazirganî û ekonomîk tê diyarkirin,  lê armanca Tirkiyeyê ewe ku 87 baregehên xwe yên leşkerî yên li ser xaka Iraqê û dagirkeriya xwe ya li ser xaka Iraqê fermî bike û plana êrîşên xwe yên nû rewa bike. Rêveberiya PDK’ê yekane hêza Iraqê ye ku xizmetê ji mayîndebûna Tirkiyeyê li ser axa Iraqê dike. Divê di mijarên li dijî gelê Kurd û civaka Iraqê de bi Tirkiyeyê re hevkariyê neke.”

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê têkildarî serdana ku Serokkomarê Tirk Erdogan wê li Iraqê pêk bîne, daxuyaniyeke nivîskî da.

Komîteya Têkîliyên Derve ya KCK’ê wiha got: “Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan roja 22’yê Nîsanê wê bi fermî serdana Bexda û Hewlêrê bike.

Her çendî ku armanca esas a serdanê weke têkîliyên bazirganî û ekonomîk tê diyarkirin jî, armanca Tirkiyeyê ew ku 87 baregehên xwe yên leşkerî yên li ser xaka Iraqê û dagirkeriya xwe ya li ser xaka Iraqê fermî bike û plana êrîşên xwe yên nû rewa bike. Dewleta Tirk bi vê yekê re û bi hinceta ‘ewlehiyê’ dixwaze qadên dagirkeriyê yên nû li ser xaka Iraqê veke.

Desthilatdariya Erdogan sivîlan qetil dike

Di daxuyaniyê de ku desthilatdariya Erdogan mafê serweriya Iraqê binpê dike û qada wê ya bejahî û hewayî li gorî dilê xwe bi kar tîne; her roj bi dehan êrîşan gund, baxçe, mal û wesayîtên Iraqiyan bombebaran dike û sivîlan qetil dike. Tirkiye van êrîşên xwe bi saya alîkariya siyasî, leşkerî û lojîstîkî ya PDK’ê pêk tîne. Gelê Kurd û civaka Iraqê, li dijî hevkariya Tirkiye-PDK û dagirkeriya Tirkiyeyê ye. Erdogan di ferqa vê yekê de ye û dixwaze hikûmeta Bexdayê jî bikêşe gel xwe, hem PDK’ê ji rewşa zehmet rizgar bike hem jî dagirkeriya li Iraqê mayînde bike.

Divê were zanîn ku Tirkiye li qadên ku dikevitê bêaramiyê çêdike û etnîsîte, nasname, bawerî û mezheban bi kar tîne. Bi vî rengî polîtîkayekê ava dike. Dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Qibrisê, kaosa ku hewl dide li Kerkûkê biafirîne, bi cih kirina hêza leşkerî ya li Lîbyayê ji bo ku DAÎŞ li xaka Sûriyeyê belav bibe mînakên şênber û vekirî ya alîkariya ji DAÎŞ’ê re ye. Taybetmendiyeke din jî ya serkêşê AKP’ê Erdogan ew e ku tişta îro jê re dibêje ‘erê’, sibe jê re dibêje ‘na’. Yanî ev qas riyakar û derewker e. Divê gelê Kurd û civaka Iraqê baş bizane çawa ku Erdogan ne xwedî zihniyeke erênî ye, hewl dide dagirkeriya li Iraq û Sûriyeyê jî mayînde bike.

Desthilatdariya AKP’ê ya 21 salan a di bin serkêşiya Erdogan de, di hilbijartinên 31’ê Adarê de têkçûneke mezin jiyan kir û cara destpêkê dikeve rewşa partiya duyemîn de. Vê yekê yekser bandor li siyaseta krîza ekonomîk a li Tirkiyeyê jî kiriye. Bi rengekî zelal hat dîtin ku desthilatdariya AKP’ê ne mayînde ye. Hikûmeta Bexda jî divê vê rastiyê bibîne û bi desthilatdariya Erdogan re nekeve angajmanên demdirêj.

Li hêla din, gerîlayên PKK’ê weke hincet tên nîşandan û amadekarî ji bo êrîş û dagirkeriyeke nû tê kirin. Ji salên 1980’î û vir ve tevgera me bi civaka Iraqê û dewleta Iraqê re li ser bingeha rêzgirtina ji hevdû re di nava têkiliyên dostane de ye û heta niha ti alozî, pevçûn û neyîniyên bi vî awayî rû nedaye. Berovajiya wê, di sala 2014’an de dema herî dawî êrîşên DAIŞ’ê pêk hatin, gerîlayên Kurd li heman eniyê bi gelê Iraqê re ji bo parastina Mûsil, Kerkûk, Hewlêr, Şengal û Mexmûrê şer kirin û di dema parastina xaka Iraqê de bi sedan şehîd dan. Dema ev şer diqewimî, Tirkiyê destek dida çeteyên DAÎŞ’ê, ne gelê Iraqê.

PDK’ê yekane hêze ku xizmetê ji Tirkiyeyê re dike

Rêveberiya PDK’ê yekane hêza Iraqê ye ku xizmetê ji mayîndebûna Tirkiyeyê li ser axa Iraqê dike. Divê PDK tavilê dawî li têkiliyên xwe yên bêyom ên bi desthilatdariya Erdogan re ku di nava pêvajoya jihev belavbûnê û hilweşînê de ye bîne; Divê di mijarên li dijî gelê Kurd û civaka Iraqê de bi Tirkiyeyê re hevkariyê neke.

Divê li dijî dagirkerî û hewldanên nû yên dagirkeriyê helwest bê nîşandan

Divê civaka Iraqê, gelê Kurd, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar û çapemeniya Iraqê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser xaka Iraqê û planên êrîşê yên nû derkevin. Divê li dijî dagirkeriya desthilatdariya Erdogan a li ser xaka Iraqê û hewldanên nû yên dagirkeriya di bin navê ‘rêya pêşketinê’, ‘peymana nû ya avê’ û ‘peymana hevpar a ewlekariyê’ helwest bê nîşandan.”