751 kesan daxwaza dadgehkirina tawanbarên enfalê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

751 kesayetên ku di nava wan de kesûkarên enfalkiryan jî hene, daxwaza dadgehkirin û cezakirina cerdevan û misteşarên dema rejima Baas kirin. Her wiha xwestin parêzer alîkariya wan bikin daku giliyên xwe yên ji bo cezakirina tawanbaran pêşkêş bikin.

Di çarçoveya pêngava ‘Dadgehkirina tawanbarên enfalê ya li dadgeha Iraqê’ de 751 kesayetên ji beşên cûda yên civakê daxwaza dadgehkirin û cezakirina tawanbarên enfalê kirin.

751 kesayetên ku îmzeya xwe ji bo kampanyê avêtin, xwestin tawanbar û kesên destê wan di tawana enfalê de hene, werin dadgehkirin.

Di nava kesên ku tevlî kampanyê bûne de kesûkarên enfaliyan, şehîd û qurbaniyên kîmyabaranê, pêşmergeyên dêrîn, çalakvanên jenosîdê, nivîskar, parlementerên berê, kesayetên siyasî û welatî hene.

(kş)