Şêx Casimê Şemerî têkildarî hevdîtina li gel Qeys Xez Elî agahî da

ROJNEWS/BEXDA

Serok Eşîrê Şemeriyan Şêx Casim Herîr ku weke nûnerê gelê Ereb yê Şengalê di şandeya Şengalê ya bi pêşengiya Mîr Nayîf de cih girt, diyar kir wan di hevdîtina li gel Emîndarê Giştî yê Esayîb Ehlî Heq Qeys Xez Elî de behsa rewşa ewlekarî, civakî û siyasî ya Şengalê kiriye û dijbertiya xwe ya li hember pilanên nû yên Tirkiyeyê parvekiriye û got: “Birêz Xez Elî diyar kir, ewê li pişt Şengalê be, ti pirsgirêkek li gel YBŞ’ê nîne.”

18’yê Nîsanê Şandeyek ku ji hemû nûnerên siyasî û pêkhateyên Şengalê pêktê, bi pêşengiya Mîr Nayîf serdana Bexdayê kirin. Di şandeyê de Desteya Eşayîrî û Desteya Oldaran a Şengalê, her wisa Tifaqa Hêz û Pêkhateyên Şengalê, nûnerê gelê Ereb ê Şengalê jî cih girtin. Şande bi armanca pêşî li hinek metirsî û gefên Erdogan ên li ser Şengalê bigire, bi hinek aliyên siyasî yên Iraqê re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de hemû nîgeraniyên xwe yên derbarê tehdîtên dewleta Tirk de parvekirin û ji Iraqê xwestin, bi dewleta Tirk re nekeve nava tifaqeke zirerê bide Iraqê û gelên Şengalê.

Di nava şandeyê de nûnerê gelê Ereb ê Şengalê Serok eşîrê Şemeriyan Şêx Casim Herîr hebû. Şêx Casim têkildarî naveroka hevdîtinê ji ajansa me re axivî û got, ew li ser vexwendina fermî ya Emîndarê Giştî yê Esayîb Ehlî Heq Qeys Xez Elî weke Desteya Eşayîrî ya Şengalê serdana Bexdayê kiriye.

Şemerî di dewama axaftina xwede dazanîn, Xez Elî pirsa rewşa ewlekarî û aramiyê ya Şengalê kiriye û wiha axivî: “Mijara hevdîtinê rewşa Şengalê bû. Birêz Xez Elî, têkildarî rewşa ewlehiyê ya Şengalê hinek pirs ji me kir û xwest hinek ji rewşa herêmê agahdarbe. Me jî jêre got, rewşa Şengalê niha arame û pirsgirêkek nîne. Her wisa me got, hem artêş, hem polîs, hem YBŞ û Heşdî Şebî li herêmê heye û ti pirsgirêkek van jî bihevre nîne.”

Li ser peywendiyên Êzidî û Ereban jî Şêx Casim dazanîn ku ji Xez Elî re ragihandiye ti pirsgirêk wan bihevre nîne û wiha axivî: “Weke gelê Ereb, ti pirsgirêkek me bi Êzidiyan û YBŞ’ê re jî nîne. Danûstandina me û çûyîn hatina me bahev heye. Saziyên Şengalê û YBŞ’ê alîkariyê didin hemû gundên derdora çiyayê Şengalê. Zarokên Ereban jî bi wan re kar dikin û ew jî alîkariyê didin wan.”

Li ser tehdîtên dewleta Tirk jî Şemerî van agahiyan da: “Me di hevdîtinê de got, di rewşa niha de Şengal arame. Lê eger Tirkiye êriş bike, evê binpêkirin be û wê xelk nekare vegere ser cih û warê xwe. Kurmanc, Êzidî û Ereb li Şengalê dijîn. Em jî dixwazin xelk vegerin ser cih û warê xwe. Ti cih weke cihê mirov nîne. Qîmeta mirov li cihê mirove, ti qîmeteke mirov li xûrbetê nîne.”

Şêx Casimê Şemerî li ser helwesta Xez Elî jî van agahiyan parvekir: “Birêz Xez Elî got, ezê werim Şengalê û ezê pişta Şengalê bigirim. Her wiha got, ti pirsgirêkek YBŞ’ê (Hemû rêveberiya Xweser) nîne û madem peywendî navbera Êzidî û Ereban de çêdike, ti pirsgirêkek nîne. Lê eger Tirkiye were, wê binpêkirin çêbibe û wê zirerê ne tenê bigihîne Êzidiyan bigihîne hemûyan. Kurmanc jî Ereb jî wê biqasî Êzidiyan zirerê bibînin û bandorê li vegerê jî bike.”

Di dawiyê de jî Şêx Casimê Şemerî li ser helwesta gelê Ereb a li beramberî êrişên dewleta Tirk jî got: “Em weke gelê Ereb li dijî hemû pilananin. Me jî diyar kir, Iraq hem di warê leşkeri de hem jî di warê aborî de xwedî hêze û dikare parastina welatê xwe bike, lewma divê destûrê nede ti êrişên derve. Li Şengalê ne Ereb bê Êzidî û Kurmancan, ne jî Êzidî bê Ereb û Kurmancan dikarin bijîn. Em hemû bihevre dikarin bijîn.”

(me)