ROJEVA 21.04.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker ji şevê din ve li qada Metîna ya Herêmên Parastina Medyayê dest bi operasyonek nû ya dagirkeriyê kir.

Şandeyek ya ji nûnerên pêkhateyên Şengalê li Bexdayê ye û li gel aliyên Iraqî hevdîtinan dikin.

Wê îro Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê û Navenda Metro bi bo neya 126’emîn salvegera rojnamevaniya Kurdî merasîmek li lîstikgeha Kemal Selîm a li Silêmaniyê lidarxin. (15:00)

Hatina serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo Bexdayê di rojevê de ye, nerazîbûnên li dijî hatina wî tên nîqaşkirin.

Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan dewam dikin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Gerîlayên Azadiyê, Kurdistanê diparêzin.

Ji rojnamevan Silêman Ehmed 180 rojin agahî nayê girtin.

Piştî 12 salan, biryare sibe Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li ser gelek mijaran serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike. Lê di bingehê vê serdanê de yek armanc û yek plan heye ku ew jî berdewamiya dagirkerî, kiryarên terorîstî yên artêş û dezgeha îstixbarata wê li Iraq û Herêma Kurdistanê ye.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Herêma Kurdistanê û hedefgirtina sivîlan zêde bûye. Mamostayên zanîngehê û çalakvan jî dibêjin: “Metirsiya herî mezin ewe ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk yekhelwestî û yekrêzî nebe. Dewleta Tirk bêy hevkariya noker û xwefiroşên navxwe nikare dagirkeriya xwe berdewam bike.”

Helbestvanê ji Başûrê Kurdistanê Tenya Hewramî derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan, girîngiya azadiya wî ya fîzîkî û xwedîderketina hemû Kurdan bi hev re diyar kir ku gelê Kurd bi fikir û felsefeya Ocalan dikare bigihije armancên xwe.

Ji ber êrişên dagirkeriyê metirsiyên li ser gelê Kurd û Kurdên Başûrê Kurdistanê zêde dibin û li hemberî vê dagirkeriya berfireh a dewleta Tirk a faşîst tu helwestek cidî nîne. Welatiyên Silêmaniyê gotin “Divê hemû aliyên Kurd li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker yek helwest bin.”