NAVENDA NÛÇEYAN
Dadgeha rejima Îranê 10 sal cezayê girtîgehê û durxistina ji kar li mamostaya zimanê Kurdî Soma Pur Mihemedî birî.
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Inqilab a rejima Îranê ve 10 sal cezayê girtîgehê û durxistina ji kar li mamostaya zimanê Kurdî Soma Pur Mihemedî hat birîn.
Soma Pur Mihemedî ku mamostaya zimanê Kurdî ye û di heman demê de jî endama komîsyona rêveber a encûmena Nûjîn’e, bi tometa ‘pêkanîna deste û grub ji bo têkdana ewlehiya Îranê’ tê tometbarkirin.
Beriya niha jî bi tometa ‘têkdana ewlehiya giştî’ salek cezayê girtîgehê li Mamosta Soma Pur Mihemedî hatibû birîn.
(kş)