‘Poz şikandineke din li benda Erdogan û hevkarên wî ye’

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Çalakvanên civaka sivîl di derbarê serdana Erdogan bo Iraq û Herêma Kurdistanê di wê baweriyê de ne ku şer dê krîza Tirkiye û Erdogan kûrtir bike û şikestineke din ji çiyayên Kurdistanê bibe mêvanê Erdogan û şikestineke din a pozê wî li benda wî ye.

Biryare Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan piştî 12 salan bi serdaneke fermî sibe were paytexta Iraqê. Serdana Erdogan di nav çalakvanên civaka sivîl de fikaran zêde dike û li ser vê yekê çalakvanên civaka sivîl ji ajansa me re axivîn.

Çalakvanê mafên mirovan Hesen Marûf derbarê serdana Erdogan a Bexdayê de wiha got; “Protokola serdana Erdogan a Bexdayê nediyare. Lê em armancên Erdogan baş dizanin ku bê gûman hatina Erdogan li dijî doza gelê Kurd û PKK’ê ye ku bûye kul li ser dilê Erdogan, hemû faşîst û dagirkerên Kurdistanê. Erdogan xwe, partiya xwe û gelên Tirkiyeyê xistiye nava krîzeke pir kûr û derketina ji wê jî zehmete.”

Çalakvan di dewamê de de got; “Erdogan di leza dawî ya temenê xwe de dixwaze xwe rizgar bike. Tiştê ku niha Erdogan li ser israr dike ne mimkun dibinim. Ew jî ewe ku li Bexda û Herêma Kurdistanê hêzek ji bo şerê li dijî PKKê pêk bînin. Armanca serdana wî ya Iraqê jî eve. Dewleta Tirk ev zêdetirî 40 salin li hemberî PKK’ê karî çi bike? Niha çi bike bila bike nagihe encamên baştir. Helbet pozşikestineke din ya ji çiyayên Kurdistanê wê bibe mêvanê Erdogan û hevalên wî. Erdogan ji ber şerxwaziya xwe li hemberî Kurdan her diçe têk diçe. Di encama hilbijartinên dawî yên şaredariyan de, AKP rastî şikestineke mezin hat. Ji bo veşartina vê şikestina di hilbijartinan de sibê dê berê xwe bide Bexdayê û şerekî nû bidomîne.”

Çalakvanê civaka sivîl Aram Cemal li ser têkçûnên li pey hev yên Erdogan dîtinên xwe wiha anîn ziman; “Yekemîn têkçûna Erdogan di hilbijartinên Hezîrana 2015’an de di hilbijartinên Parlamentoya Tirkiyeyê de pêk hat. Ji wê demê ve dengên AKP’ê kêm dibin. Erdogan dixwaze bi rêbazên leşkerî û êrişan van windakirinên xwe telafî bike. Lê belê derket holê ku hilbijartinên şaredariyan bi ser neketin û bi têkçûneke mezin re rûbirû ma. Ji ber ku operasyonên mesrefeke mezin dixwaze, lewra ev ji bo Tirkiyeyê bû qeyranek mezintir.”

Aram Cemal diyar kir ku hemû desthilatdarên Tirkiyeyê, yên beriya Erdogan, bi xwe û yên piştî wî, wê bibin desthilatdar divê fêm bikin ku pirsgirêka Kurd bi şer çareser nabe û got; “Ji ber ku pirsgirêka Kurd mijarek rewa ye. Di êrişên dewleta Tirk yên li ser Herêma Kurdistanê de bi sedan sivîl şehîd bûn. Di nav wan de hêzên leşkerî û Pêşmerge jî hebûn. Ji ber ku li hemû Kurdan weke dijmin dinêre.”

Di dawiyê de çalakvanê civaka sivîl Aram Cemal wiha got; “Eger desthilata Kurd xwe nexapînin, Erdogan ferqê naxe navbera Kurdekî sivîl û Kurdê çekdar. Ji ber ku Erdogan zarokê dibistane wisa ye ku ye, li ser esasê înkarkirina Kurdan hatiye avakirin.”

(wd)