Şehîd Çîçek Kobanê bi merasîmeke bi heybet hat oxirkirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Şehîd Çîçek Kobanê  (Sewsen Berekat) bi merasîmeke biheybet  li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya Kobanê hat oxirkirin.

Di çalakiya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ku 30’ê Çileya 2024’an li gundê Basilê yê Efrînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîbûn de şervanên HRE’yê Çîçek Kobanê (Sewsen Berekat), Dilşêr Serêkaniyê (Ebdurehman Sofî), Cûdî Gabar (Cemîl Silêman), Jiyan Efrîn (Roşîn Mihemed) û Cûdî Reşo (Hemîd Reşo) şehîd bûbûn.

Îro bi sedan şêniyên kantona Firatê cenazeyê şehîd Çîçek Kobanê bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li başûrê bajarê Kobanê spart axê.

Di merasîmê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Ronahî Mihemed axivî.

Ronahî Mihemed li ser şehîd Çîçek Kobanê wiha got: ” Çîçek ji bo parastina gelê xwe ji dagirkeriyê bi qeremantî berxwedanî kir. Piştî dagirkirina Efrînê jî cihê xwe di Berxwedana Serdemê ya Efrînê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de girt. Di nava refên HRE’yê de bi îradeyeke xurt berxwedanî kir.”

Ronahî  gotina Rêber Abdullah Ocalan a dibêje “Her şehîdek felsefeya jiyanê ye” bi bîr xist û wiha dom da axaftina xwe: “Rêber Apo dibêje ku dema hevalên min şehîd dibin parçeyek ji canê min diçe, şehîdên xwe bi tilîliyan oxir bikin. ”

Ronahî Mihemed soza şopandina xeta şehîdan da û got: “Di felsefeya Apoyî de yan serkeftin yan serkeftin heye, tiştekî din tune ye. Em ê heta dawiyê jî bi ser bikevin.”

Bavê şehîd Çîçek Kobanê Hisên Berkat axivî û got;” Ger parçeyek jî ji canê me mabe em ê tê bikoşin. Em tu carî xwîna şehîdên xwe erdê nahêlin. Çawa ku me şehîdên xwe dan em ê bi wan jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî rizgar bikin. ”

Piştre jî wesîqa şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hat veşartin.