Çalakvanê siyasî: Armanca serdana Erdogan domandina dagirkeriyê ye

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Bertekên li dijî serdana Serokê dewleta Tirk a dagirker bo Iraqê dewam dikin, çalakvanekê siyasî dibêje, armanca serdana Erdogan bo Iraqê vejandina parêzgeha Mûsilê ye got; “Erdogan dixwaze Iraqê razî bike ku dagirkeriya xwe bidomîne.”

Biryare sibe Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike ku çend mijar di navbera her du aliyan de wê bên gotûbêjkirin, ya sereke jî berdewamiya dagirkirina xaka Iraqê ye.

Çalakvanê siyasî yê bajarê Silêmaniyê Ako Şêx Mihemed li ser êriş û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û her wiha hatina serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.

Ako Şêx Mihemed diyar kir ku gelê Kurd gelek caran bûye xwediyê wê derfetê ku bibe dewlet, lê sedema dewletnebûna wan jî xweperestî, ramana şaş û rêveberiya wan ya xerabe, wan gelê Kurd bi fermandayînê birêve birine û nehiştin gelê Kurd bibe xwedî dewlet û ala xwe.

Di dewamê de got; “Gelê Kurd xwedî dilpakî ye ku her tim ji aliyê neteweyên cîran ve ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe hatiye bikaranîn. Ereb û dewletên din jî ol dane Kurdan. Lê tu mafên din nedane gelê Kurd, ji bilî ku rê nedane ku ew bibe xwedî ala, dewlet, her tim bi dîn û dilpakî bikar aniye. Hemû dewletan karîbûn olê ji bo pêşketina xwe bikar bînin. Lê Kurdan wek dewletên din yên îslamî nekarîn ji olê sûd werbigirin. Weke ku tê gotin, ‘yekane netewa ku bi Xwedê û olê re dilsoze, gelê Kurde.”

‘Armanca serdana Erdogan operasyona leşkerî li dijî Herêma Kurdistanê ye’

Têkildarî êrişên dawî yên dewleta Tirk a dagirker û serdana Erdogan ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, çalakvanê siyasî got; “Armanca serdanê pêkanîna operasyoneke leşkerî li dijî Herêma Kurdistanê ye, ku dixwaze herêma Mûsilê ji xwe re vegerîne û parêzgeha Mûsilê vejîne. Divê her du aliyên rejima Kurd (PDK û YNK) vê yekê qebûl nekin û li dijî wê derkevin. Em wê azadiyê dixwazin ku ji bo her ferdekê Tirk, Ereb û Faris heye.”

‘Erdogan ol ji bo dagirkeriyên xwe bikar tîne’

Çalakvanê siyasî her wiha destnîşan kir ku Erdogan olê ji bo dagirkeriyê bikar tîne ku di tu derên olê de ev tişt nîne ku xwedê zilmê li mirovan dike û wiha pêde çû; “Ev senaryo gelek tirsnake û yên ku ji vî gelî re eleqedar dibin hewcedarê wê ne. Ji bo ku careke din kesek nebe mexdûr xwe biparêze û pêşî li van êriş û dagirkeriyan bigire. Ji ber zilm û zordariya li ser gelê Kurd li Herêma Kurdistanê tê kirin, kes ji mal û milkê xwe nebawere. Di tu olê biheştê de tiştekî wisa tuneye ku mirovên bêguneh şehîd û qurbanî bidin.”

‘Herdu partiyên desthilat yên Herêma Kurdistanê qet hizra xaka Kurdistanê nekirin’

Ako Şêx Mihemed derbarê rêveberiya ku li Herêma Kurdistanê tê kirin de nêrînên xwe bi van gotinan anîn ziman; “Tişta ku li Herêma Kurdistanê diqewime ji ber nezaniya rayedarên Herêma Kurdistanê ye û siyasetek bikar anîne ku berjewendiyên xwe danîne pêşiya welat û gel. Dema ji çiya vegeriyan bi zihniyeta çiya vegeriyan û desthilat girtin destê xwe. Lê divê bi wê zihniyetê nefikirîn. Tu carî ev her du partiyane Kurdistan nefikirîn. Wisa kirin ku ji sedî 51’ê axa Başûrê Kurdistanê ji dest dan.”

Çalakvanê siyasî Ako Şêx Mihemed eşkere kir ku, rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine zemîneke amade bo her tovê ku dijminên gelê Kurd dixwazin têde biçînin û got; “Hêviya me bi van her du hêzên ku vî welatî birêve dibin tune ye. Ev jî ji ber wê rêveberiya nebaş ya ku di 33 salên borî de bikar anîne, bûye sedem ku baweriya xelkê Herêma Kurdistanê bi van her du partiyên desthilat nemîne.”

‘Erdogan dixwaze Iraq destêwerdanê di dagirkirina Herêma Kurdistanê de neke’

Ako Şêx Mihemed da zanîn ku Serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan difikire û plan dike ku di demeke nêz de parêzgeha Mûsilê jinûve vejîne û wiha got; “Dema ku ew hat Iraqê, wê ji rayedarên Iraqê jî bixwaze ku êriş û dagirkeriyên ku dixwaze li Başûrê Kurdistanê bike ku divê Iraq weke dewlet destwerdanê lê neke.”

Di dawiyê de çalakvanê siyasî Ako Şêx Mihemed bang li rayedarên Iraqê jî kir ku nehêlin dewleta Tirk sînorê hewayî, axa Kurdistan û Iraqê ji bo armanc û berjewendiyên xwe bikar bîne.

(wd)