Li Silêmaniyê wê sibe li dijî serdana Erdogan çalakiyeke girseyî bê lidarxistin

NAVENDA NÛÇEYAN

Di dewama nerazîbûnên li dijî serdana serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan ya ji bo Iraqê biryare sibe li Silêmaniyê çalakiyeke girseyî bê lidarxistin.

Desteye Parêzvaniya Serweriya Nîştimanê di vê derbarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi armanca redkirin û têkoşîna li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û serdana Erdogan ya bo Iraqê, Herêma Kurdistanê ewê dengê nerazî bilind bikin.

Herwiha têkildarî saeta destpêkirina çalakiya girseyî ya li dijî serdana Erdogan li bajarê Silêmaniyê wiha hate gotin; “Sibê di saet 13:00’an de li ber avahiya Desteya Wezîran ya Iraqê ya li bajarê Silêmaniyê emê çalakiyek girseyî lidar bixin û daxuyaniyek bidin çapemeniyê.”

Di vê çarçoveyê de Desteya Parastina Serweriya Nîştimanî bang li hemû alî û her kesê kir ku beşdarî çalakiya protestoyî bibin.

(wd)