SILÊMANÎ-ROJNEWS
Bi boneya 126’emîn salvegera Rojnamevaniya Kurdî li Silêmaniyê hat pîrozkirin, li Silêmaniyê bi gelek çalakiyan di merasîmekê de hate pîrozkirin. Sendîkaya Rojnamevanan ya Herêma Kurdistanê û Navenda Metro li ser rewşa rojnamevaniyê ya li Herêma Kurdistanê peyamên xwe pêşkêş kirin. Piştre jî di navbera rojnamevanên Silêmanî û Kerkûkê de maçeke dostane ya futbolê hate lidarxistin.
Îro danê êvarê li bajarê Silêmaniyê bi amadebûna hejmareke berçav ji rojnamevan û xebatkarên ragihandinê bi boneya 126’emîn saliya derketina yekem rojnameya Kurdî ‘Rojnameya Kurdistan ji aliyê Bedirxaniyan ve li Qahîreya Misirê, merasîmek hat lidarxistin.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên qelem yên Kurdistanê destpê kir. Piştre jî axaftina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Şaxê Silêmaniyê, her wiha axaftina Navenda Metro ya Parastina Azadî û Mafên Rojnamevanan û axaftina jinên rojnamevan hatin xwendin. Herwiha di merasîmê de tîmên werzişî yên rojnamevanên Silêmanî û Kerkûkê di maçeke dostane de hatin hemberî hev.
Peyama Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Şaxê Silêmaniyê ji aliyê Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Şaxa Silêmaniyê Karwan Enwer ve hate xwendin û têde wiha hate gotin; “Em daxwaz dikin ku piştî hilbijartinên nû yên parlamentoyê yasaya rojnamevaniyê bê aktîfkirin. Bi reformê em rojnamevan daxwaz dikin, ne tenê weke qanûneke ku were astengkirin, bimîne.”
Paşê axaftina Navenda Metro ji aliyê Şayî Aso ve hat xwendin û wiha hate gotin ; “Girtina rojnamevanan li derveyî qanûna çapemeniyê dewam dike, negihîştin û veşartina agahiyan, çewisandin, îşkencekirin û tirsandina rojnamevanan jî bênavber didome. Şikandin û desteserkirina alavên wan yên rojnamevaniyê, sernavê kiryarên ku rojnamevan û medyaya wan bi wan re rûbirû dimînine.”
Di peyama Navenda Metro de hate gotin ku “Li Herêma Kurdistanê azadiya rojnamegeriyê û mafê agahdarkirinê bi yasaya Rojnamegeriyê ya hejmar 35 ya sala 2007’ê û yasaya mafê agahdarkirinê ya hejmar 11 ya sala 2013’ê hatiye parastin. Lê dîsa jî di dema aloziyên siyasî de rojnameger rastî gef, çewisandin, lêdan, girtin û tundiyê tên û kiryarên van kiryaran bêceza mane.”
Navenda Metro bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û wiha got; “Êrişên li ser rojnamevanan yên ku nehatine çareserkirin jinûve lêkolînên kûr li ser bikin, herwiha qetilkirina rojnamegeran û şewitandina kanalan jinûve lêkolîn bikin. Her wiha daxwaza garantîkirina parastina ewlekariya rojnamevanan dikin, dema ku rapoan li ser mijarên gendelî û binpêkirina desthilatê amade dikin.”
Peyama dawî ya rojnamevanên jin jî ji aliyê rojnamevana jin Lenya Bextiyar ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Bingeha her civakeke saxlem bi rêjeya tevlêbûna jinan ve girêdayî ye. Niha li gorî salên berê zêdetir jinên mezûnên medyayê di çapemeniyê de dixebitin. Cihê xemgîniyê ye ku her ku zêde jin di çapemeniyê de derdikevin, binpêkirinên li dijî wan û karê wan zêde bûne. Di medyayê de meqamên bilind û hesas hê jî ji aliyê mêran ve tên girtin. Em wek rojnamevan û nûçegihanên jin, bang li sendîka, rêxistin û aliyên peywendîdar dikin ku ji bo çareserkirin û ji holê rakirina pirsgirêkên ku rojane rojnamegerên jin pêre rûbirû dimînin, hewlên cidî bidin.”
Di dawiya merasîmê de rojnamevanên Silêmanî û Kerkûkê di maçeke dostane ya futbolê de hatin hemberî hev. Lîstikvanên Silêmaniyê ji bo rêzgirtina ji bo şehîdên pênûsê wêneyên şehîdên pênûsê li ser cilên xwe yên werzîşê xêz kirin. Maç bi encama 2-1 di berjewendiya tîma rojnamevanên Silêmaniyê de bi dawî bû.
(wd)