Komîsyonê navendên dengdana hilbijartinên Parlamentoya Herêmê diyar kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ragihand wê hêjmara nuqte û navendanên dengdana taybet û dengdana giştî cuda bin, di dengdana giştî de wê zêdetirî hezar navendên dengdanê bên vekirin.

Amadekariyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê didomin û di vê çarçoveyê de hejmara nuqte û navendên dengdanê eşkere kir.

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê Cûmane Elawî di vê derbarê de wiha got; “Lîjneya Komîsyaran ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê şeş hezar û 298 nuqteyên dengdanê û hezar û 266 navendanên dengdanê ji bo çar herêmên hilbijartinê yên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bo dengdana giştî hatine veqetandin.”

Herwiha diyar kir ku ji bo dengdana taybet 746 nuqte û 161 navendên dengdanê hatine erêkirin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê ya Iraqê dabeşkirina navendên dengdanê li gor parêzgeha wiha diyar kir;

*Li Hewlêr 498 navend û 2 hezar û 203 nuqeteyên dengdanê hene,

*Li Silêmaniyê 377 navend û 2 hezar û 364 nuqteyên denganê hene,

*Li Duhokê 264 navend û hezar û 595 nuqteyên dengdanê hene,

*Li Helebce 27 navend û 136 nuqteyên dengdanê hene.

(wd)