‘Divê hemû azadîxwazên cîhanê ji bo azadiya Ocalan têbikoşin’

SILÊMANÎ/ROJNEWS

Endamê Komîteya Azadî ji bo Ocalan, Dr. Hekîm Ebdulkerîm derbarê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê de got; “Divê hemû azadîxwazên cîhanê dijî tecrîdê rabin, têgihiştina tezên Rêber Ocalan, di nav Tirkiyeyê de bûye navenda guhertinê.”

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan bê navber dewam dike, bi ti awayî agahî ji Rêber Ocalan nayê girtin. Endamê Komîteya Azadî ji bo Ocalan ya li Başûrê Kurdistanê, Dr. Hekîm Ebdulkerîm derbarê tecrîda girankirî de ji ajansa me re axivî.

Dr. Hekîm Ebdulkerîm destpêkê da zanîn ku divê hemû azadîxwazên cîhanê dijî tecrîda li Îmraliyê xwedî helwest bin û ji bo azadiya fizikî ya Rêber Ocalan kar bikin. Dr. Hekîm ragihand ku Rêber Ocalan bi tez û fikirên xwe azade, nikare were dîl girtin û wiha pêde çû; “Ne tenê Gelê Kurd bi sedan dîroknas û akademisyen ramanên Rêber Ocalan dixwînin û lêkolîn dikin, ji ber ku Rêber Ocalan çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîne, lewma hatiye dîl girtin. Çareseriyên birêz Ocalan sîstema dewlet netewê ya li Rojhilata Navîn hildiweşîne, ji ber ku ew jiyana hevbeş ya gelan diparêze û demokrasiyê diparêze.”

Dr. Hekîm di dewama axaftina xwe de behsa tecrîda girankirî ya li Îmraliyê dike; “Ev tecrîd nîşana aqilê sîstema sermayedare, erkê hemû azadîxwazên cîhanê ewe ku ji bo azadiya fizikî ya Rêber Ocalan kar bikin.”

Di dewama axaftina xwe de Dr. Hekîm dibêje; “Li gorî encamên hilbijartina şaredariyên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, têgihiştina tezên Ocalan di nava Tirkiyeyê de bûye navenda guhertinê. Ev yek li Rojavayê Kurdistanê xwe daye nîşandan, gel projeya çareseriyê ya Rêber Ocalan ji bo xwe bigeh digirin.”