NAVENDA NÛÇEYAN
Serokwezîrê Iraqê eşkere kir ku li gel Erdogan lihevkirinek stratejîk di navbera her du aliyan de derbarê hevbeş karkirina di gelek waran de hatiye îmza kirin, bi taybet pirsgirêka avê û vekirina rêyên geşepêdana bazirganiyê.
Şefê faşîst serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan danê siharê gihişt Bexdayê û ji aliyê serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ve hate pêşwazîkirin.
Piştî civîna îro ya di navbera Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî de, Serokwezîrê Iraqê li koşka li Bexdayê daxuyaniyek çapemeniyê da.
Sudanî di daxuyaniyê de ragihand ku lihevkirinek stratejîk di navbera her du aliyan de derbarê hevbeş karkirina di gelek waran de hatiye îmza kirin û wiha got: “Di çarçoveya peymanê de ji bo hemû qadên ewlekarî, aborî, siyasî û enerjiyê lijneyek mayînde hatiye avakirin û bi giştî 24 peyman hatine îmzakirin. Bi taybet di warê mijara avê û pêkanîna projeya geşedanê ya aboriyê de. Ev peyman wê heta 10 salan berdewam bike.”
Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku di navbera wezîrên veguhestinê yên Iraq, Tirkiye, Qeter û Îmaratê de ji bo destpêkirina Korîdora Geşepêdana Bazirganiyê ku rêyek avê ye û rojhilat bi rojava, Iraq bi Tirkiye û heta Ewropayê ve girêdide, lihevkirineke çaralî hat kirin.
Her wiha di daxuyaniya ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li ser civîna li gel şefê faşîst Erdogan dayî de, diyar dibe ku hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker ya di dijberiya tevgera azadiya gelê Kurd de pejirandiye. Sudanî li ser vê yekê wiha got: “Yek ji lihevkirinên me yên din jî lihevkirina derbarê ewlehiyê ya ji bo rûbirbûna pirsgirêkan bû, şerê li dijî terorê û kontrolkirina sînorên hevbeş ên di navbera her du welatan de bû. Em rê nadin ti hêzek axa Iraqê ji bo êrişkirina welatên cîran bikar bîne.”
Hêjayî gotinêye ku dagirkerî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewamin ku bi qasî kurahiya 30-40 km hatiye nava xaka Başûrê Kurdistanê. Herî dawî dewleta Tirk a dagirker li Metînayê bi hevkariya PDK’ê bi rêya bejahî û hewayî, li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dest bi operasyonek berfireh kiriye.
(fk)