‘Serdana Erdogan ya ji bo Bexda û Hewlêrê, planên qirêj digire nava xwe!’

PÊNCIWÊN-ROJNEWS

Dagirkerî û êrişên dewleta Tirk a dagirker bê navber her ku diçe zêdetir dibe. Kesayetên ji beşên cuda yên Pênciwên bang li hêzên siyasî, partî û gelê Başûrê Kurdistanê kirin ku li dijî Tirkên faşîst, bi taybetî ji bo Başûrê Kurdistanê bibin yek û wiha gotin: “Serdana Erdogan ya ji bo Bexda û Hewlêrê çend planên qirêj digire nava xwe. Yek ji wan planan jî ewe ku hikûmeta Iraqê razî bike ku li kêleka hinek hêzên xwecihî li dijî Qendîl û gerîlayan komkujî pêkbîne.”

Her ku diçe êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker a li ser xak û welatiyên Herêma Kurdistanê bi berdewam zêdetir dibe. Ji destpêka salê ve di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de 10 welatî hatin şehîd xistin. Lê ne hikûmeta Herêmê ne jî hikûmeta Iraqê bi peyvekê jî bertek û helwestek beramberî êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşan nedane, li şûna wê bi girtina çav û guhê xwe hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikin.

Kesayetên ji beşên cuda yên civakê di derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê de ji Rojnews’ê re axivîn.

Mamostayê Zanîngehê Aram Hewramî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku hemû êriş û bombeberanên welatên cîran bi taybet Îran û Tirkiye yên li ser Başûrê Kurdistanê binpêkirina peymana navneteweyî ye û wiha got: “Îran û Tirkiye bi berdewam xaka me bombebaran dike. Di encama van êrişan de gelek welatî şehîd û birîndarbûne. Niha dem hatiye ku hikûmeta Iraqê erka xwe pêk bîne û serweriya xwe li qada navneteweyî biparêze. Ji ber ku endamê NY’ê ye. Her wiha divê li dijî bombebaranan giliyê bike. Lê mixabin rojane xaka wî ji aliyê welatên dagirker ve tê bombebarankirin. Divê ev destdirêjiya li ser xaka Herêmê neyê qebûlkirin.”

Mamosta Aram di dewama axaftina xwe de diyar kir ku hinceta ku dewleta Tirk heye, ne ti hincete ji bo dagirkeriyê pêkbîne û wiha pê de çû: “Divê topbaran û bombebaran bi dawî bibin û rêz li yasayên navneteweyî were girtin. Ev bombeberan ziyanek mezin dane jîngeh û gundan. Gelek caran welatî bûne hedef û şehîd bûne. Dem hatiye ku nûnerê NY’ê yê li Iraqê bi erka xwe rabe û van bombebaranan şermezar bike û sînorek ji bo destdirêjiya rejîmî ya her du welatan (Îran û Tirkiye) diyar bike.”

Her wiha Çavdêrê Siyasî Mihemed Hemereza derbarê heman mijarê de axivî û wiha got: “Tirkiye hertim êrişî xaka Kurdistanê kiriye. Serdana Erdogan ya ji bo Bexda û Hewlêrê çend planên qirêj digire nava xwe. Yek ji wan planan jî ewe ku hikûmeta Iraqê razî bike ku li kêleka hinek hêzên xwecihî li dijî Qendîl û gerîlayan komkujî pêkbîne. Serdana Erdogan metirsîdare. Mijara av û neftê ji bo Iraqê stratejîke. Li hemberî van her du mijarên girîng ên li Bexdayê, Erdogan zextê li Iraqê dike ku êrişî PKK, Şengalê û cihên din ên ku dixwaze bike. Ger hikûmeta Iraqê vê yekê bike, wê gavek xwekujî be. Ji ber ku çandek ya Tirkiyeyê ya navdar heye ku cihê diçe tê de êdî jê dernakeve.”

Mihemed Hemereza her wiha tekezî kir ku hikûmeta Iraqê ji her kesê baştir dizane ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê serkêşiya çiyayên Kurdistanê bike baştire, da ku cendirmeyên Tirk dagir nekin û tê de nemînin û wiha axivî: “Hinek hizbên Başûrê Kurdistanê xwe teslîmî daxwazên dagirkeran kirine û gelê xwe di nava bombebaranek dijwar de hêlane. Em hêvîdarin ku hêzên siyasî, partî û gelê Başûrê Kurdistanê li dijî Tirkên faşîst, bi taybetî ji bo Başûrê Kurdistanê bibin yek û nehêlin ku faşîst Erdogan planên xwe yên qirêj li Başûrê Kurdistanê pêk bîne.”

(fk)