Hemû peymanên girêdayî planên Erdogan hatin îmzekirin, mehkumî têkçûnê ne!-II

BÊRÎTAN ZAGROS

Dewleta Tirk her weke din îdîa dike ku wê vê carê di mehên havînê de yekser êrişê çavkanî an jî navenda Tevgera Azadiya Kurdistanê bike. Li gorî medyaya Tirk bilêv dike, di hedefê de Garê, Metîna, Qendîl, Xakûrkê, Şengal û beşek jî Mexmûr heye. Ne tenê Başûrê Kurdistanê jî dixwazin bi piştgiriya Amerîka, eger Amerîka nebe bi erêkirina Rûsya êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin. Eger bikarin, dixwazin vê xetê tev milîtarîze bikin, ji xwe re herêmeke leşkerî ava bikin. Vê jî wekî ewlekariya xeta hesinî û rêya geşepêdanê ya bi Iraq’ê re bi nav dikin û dikin bahane ji bo Iraq piştgiriyê bide van êrişan. Hem ji bo xetên enerjiyê li seranserê Iraqê û li herêmên Tirkmen lê dijîn kontrol bikin, hem jî dixwazin bi 40 km din ketina hindirê Iraq’ê re, peywendiya di navbera herêman û bi taybet jî di navbera Rojava, Şengal û Başûr qut bikin. Bi tecrîdkirina qadan re dixwazin, êrişên xwe bi hevkariya îstîxbarata Iraq û Başûr bigihînin encamê. Ji ber vê dewleta Tirk îdîa dike, wan bi Bexda û PDK’ê re navendeke hevpar a dagirkirinê ava kiriye.

Dewleta Tirk bi bahaneya pêkanîna xeta enerjî, rêya hesinî û Rêya geşepêdanê ya di Ovakoy re derbasî Bakur dibe, ji wir jî derbasî Tirkiyeyê û Ewropayê dibe, hewl dide tawîzan ji hikûmeta Sûdanî û hêzên siyasî yên Iraq’ê bigire. Her wiha bi hatina havînê re careke din krîza avê li Iraqê rû dide, bi tehdîta qutkirina avê hewl dide Iraq’ê heya astekî razî bike.

Şengal dibe mijara bazarên qirêj

Yek ji qada herî zêde dibe mijara hevdîtin û bazaran jî Şengal e. Şengal bi destwerdana PKK’ê li êrişên DAIŞ’ê ket serdemeke nû û niha xwe bixwe rêve dibe û diparêze. Beşeke giring a ewlekariya Şengalê di destê YBŞ-YJŞ’ê de ye û ewlekariya navxweyî jî di destê Asayîşa Êzidxanê de ye. Weke îdeolojîk xwe li ser fikrê Rêber Apo rêxistin kiriye. Pêşengên sîstema Şengalê jin in û yên pêşî li êrişan digirin jî jin in. Ji ber vê dijminahiya sereke ya li Şengalê baweriya Êzdayetî, Êzidiyên xwe bi fikrê Rêber Apo rêxistinkirî be jî, beşeke din jî jeostratejîkbûna Şengalê ye. Şengal dikeve li ser xeta ‘Rêya geşepêdanê’ ku di Mûsilê re derbas dibe, heya sînorê Hesekê diçe. Dibin navê ewlekariya vê rêyê de dixwazin herêmê dagir bikin. Hem jî li ser sînorê Rojavay’ê Kurdistanê ye. Ew dibêjin, ev xet giştî dibin serweriya hêzên Tevgera Azadiyê  ‘PKK’ piştgiriya wê dikin de ye, lewma ji bo wan ‘metirsî’yê çêdike.  Lewma Şengal ku wekî coxrafî hem nêzî Garê hem jî nêzî Rojava ye, di van êrişên nû de li cihekî krîtîk disekine. Cihekî biçûk, lê bandora wê li ser herêmê, Êzidiyan û giştî Kurdan jî zêde ye. Ji ber nekarîn peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin, niha hewl didin li gel Iraq’ê bi hevbeşkirina Heşdî Şebî hinek hewldan pêşbixin. Baskê Felah Feyas ê Heşdî Şebî wisa xuya dike, li gel Tirkiyeyê heya astekê li hev kiriye. Dixwazin bi serwerkirina Heşdî Şebî re, YBŞ-YJŞ’ê û rêveberiya xweser tasfiye bikin. Lewma li aliyekî di hilbijartinê de xwestin bi gefan civaka Êzidî deng bide namzetê wan, li aliyê din bi diyarkirina Mîrekî nû, meclîseke nû û îdareyeke nû ya dibin bandora wan de, dixwazin binê Rêveberiya Xweser vala bikin, wan lawaz bixin û paşê jî bi şêwazên cûda êrişan bînin ser û hêza wê ya berxwedanê kêm bike. Ji ber vê destwerdanên civakî, siyasî û îdarî li dijî Şengalê demeke destpê kiriye, êrişên hewayî dewam dikin. Lê dibe asta van êrişan zêdetir jî bibe. Rêveberiya Xweser a Şengalê jî li dijî ev peymanên mewzûbehs hewl dide bikeve nava liv û tevgerê.

Ji bo hevkariya pîlanê zextan li YNK’ê jî dikin

Hewldana sereke ya PDK’ê û dewleta Tirk ew e, Tevgera Azadiyê û Iraq’ê bînin hemberî hev, bi hevre bidin şerkirin, da ku Iraq wê bixe lîsteya terorê. Lê raya giştî ya Iraq’ê pîlanên Tirkiye û PDK’ê dizanin, her wiha dizanin ne ji PKK’ê ba, niha Iraq di destê DAIŞ’ê de bû. Lewma desthilata Iraq’ê piştgirî bide dewleta Tirk jî, hem hin hêzên siyasî yên Iraq’ê hem jî gelê Iraq’ê dibe ku piştgiriyê nede peymanên li gel dewleta Tirk. Ji ber ji vê re amadekirina raya giştî jî lazim e. Bi taybet rewşenbîrên Iraq’î dizanin pîlanên dewleta Tirk dagirkirina Mûsil û Kerkûk û pêkanîna xeyalên Osmaniya nû ye. Tevî ku PKK ji salên 1980’an ve li nava sînorên Iraq’ê de ye (li gorî nexşeya dewletê) jî, ti êrişek li dijî Iraq’ê û gelê wê pêk neaniye û nebûye tehdît ji bo wan. Berovajiyê wê di dema êrişên DAIŞ’ê de kerameta Iraq’ê jî parast. Iraq dewleteke ku bi awayekî fermî spasiya PKK’ê kiriye.

Li Herêma Silêmaniyê ku timî dibe hedefa êrişên dewleta Tirk jî zexteke cidî li ser YNK’ê heye. Girseya YNK’ê girseyeke welatperwer û sempatiya xwe ji Tevgera Azadiyê re heye. Lewma dixwazin YNK’ê bikişînin nava şerê li dijî PKK’ê, bi vî awayî hem darbe li PKK’ê bixin, hem jî YNK’ê têk bibin û piştgiriya gel a ji YNK’ê re lawaz bixin. Li gorî xuyaye heya niha YNK bi temamî teslîmî daxwazên dewleta Tirk nebûye û ne niyet e bibe jî. Eger YNK yekser piştgirî nede wê êrişa li dijî Qendîlê jî bi zehmetî pêk were. Her wiha ji bo Qendîlê hem pêwistî bi piştgiriya YNK’ê hem jî a Îran’ê heye. Wê Îran erê bike an neke hîn ne diyar e. Lê di warê êrişên hewayî de heta niha, di gelek mijaran de parvekirina îstîxbaratê li xeta Pêncwên û Asosê dikin.

Weke encam, parsekiya Erdogan ê têkçûyî, çiqas encam bigire, ne diyar e.  Lê ya encamê diyar bike, bi dîtina min berxwedana gel, şervan û gerîla ya hevpar a li dijî êrişên dagirkeriyê û peymanên qirkirinê ye. Dijminê gelê Kurd ne tenê di aliyekî de êrişan pêk tîne, demografyayê diguherîne, çavkaniyên jiyanê tine dike, avê qut dike, dest datîne ser xetên enerjî û aboriyê, sînorên navbera Kurdan de asê dike, êrişên leşkerî pêk tîne û hewl dide bi dîplomasiya şer a dike, Kurdan bi temamî tenê bihêle, eniya dijberî Kurdan mezin bike. Li hember vê berxwedaneke piralî, nerm û aktîv lazim e. Eger Tevgera Azadiya Kurdistanê û gel di vê qonaxa nû ya têkoşînê de hev temam bikin, teqez wê dijminên Kurdan têk biçin û serdemeke nû ji bo herêmê pêş bikeve.

(fk)