Hizba Teqedum gefa vekişîna ji proseya siyasî ya Iraqê xwar

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Hizba Teqedûm ragihand ku ger wezîfeya serokatiya parlamentoya Iraqê negihe wan, ewê xwe ji proseya siyasî ya Iraqê vekişînin û got; “Em hêza herî mezin ya Suniyanin û di parlamentoyê de xwediyê 43 kursiyanin.”

Berdevkê Hizba Teqedum Yehya Mihemedî (serokê Hizba Teqedum Mihemed Helbûsiye) gefa vekişîna ji proseya siyasî xwar û got; “Eger wezîfeya serokatiya parlamentoya Iraqê ji bo me neyê dayîn, emê xwe ji proseya siyasî ya Iraqê vekişînin, ji ber ku hêza herî mezin ya Suniyan emin û di parlamentoyê de jî 43 kursiyên me hene.”

Hêjayî gotinê ye di 14’ê Mijdara 2023’yan Dadgeha Federal a Iraqê Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî ku serokê Hizba Teqedume, ji erka wî girtibû.