Em weke Rojnews êrişa li ser Sterk û Medya Haber TV’yê şermezar dikin

NAVENDA NÛÇEYAN

Danê siharê polîsên Belçîkayê bê ku agadar bikin, avêtin ser studyoyên Sterk TV û Medya Haber TV’yê, em weke ajansa Rojnewsê vê êriş û talana polîsên Belçîkayê şermezar dikin û bang li hemû rojnamevana dikin ku dijî vê yekê xwedî helewst bin.

Polîsên Belçîkayê 23’yê Nîsanê di derdora saet 01.30’an de li bajarê Denderleeûw ê Belçîkayê, bi ser studyonên Sterk TV û Medya Haber TV’yê ku reng û dengê Kurdan li tevahî cîhan, Kurdistan û Ewrupayê belav dike de girtin.

Em weke ajansa nûçeyan ya Rojnewsê nîşandana helwesta dijî vê êrişê weke erka xwe ya exlaqî dibînin.

Daxuyaniya ajansa me ya li ser êrişa li ser çapemeniya azad wiha ye:

“Li welatek ku bi navê azadîxwaze, dûrî hemû pîvanên azadiya rojnamevanî, mafê mirov û bê agahdarkirin, avêtin ser studyoyên Sterk TV û Medya Haber TV’yê, pêdawîstiyên di nav studyoyê de hemû hatin talankirin, kablo hatin qutkirin û komputer hatin şikandin.

Ev karê ne exlaqî yê polîsên Belçîka ya li beramberî Kurdan, bi rasthatina 126’emîn salvegera rojnamegeriya Kurdî de pêkhat û ev yek berdewama aqilê Osmanî ya dijî ragihandin, çand û hebûna Gelê Kurd ya li tevahî cîhanê ye. Herwiha di heman wextî de li bajarên Tirkiyeyê jî bi ser malên xebatkarên çapemeniya azad de hatin girtin û gelek rojnamevan hatin binçavkirin. Li gorî me ev planek hevbeşe û dixwazin rê li belavkirna plana dijî mirovahî û hemû pêkhateyên herêmê bigirin.

Ji bo vê em ji Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo çapemeniya azad, Sterk TV û Medya Haber TV’yê diyar dikin û talana polîsên Belçîkayê şermezar dikin. Bang li hemû rojnamevanên azad yên Başûrê Kurdistan û Iraqê dikîn, dijî binpêkirinê xwedî helwest bin da ku ti hêzek nekaribe rê li ragihandina rast, heqîqet û dengê Kurdan ya ji bo tevahî cîhanê bigire.”