KNK: Şerê nû yê Erdogan, li ser hemû Rojhilata Navîn gefe

NAVENDA NÛÇEYAN

KNK’ê ragihand ku dewleta Tirk êrişek nû ya dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û hate gotin; “Erdogan ji bo ku xwe li ser desthilatê bihêle, dijî Kurdan şerek nû destpê dike û ev jî li ser hemû Rojhilata Navîn gefe.”

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê êrişa dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistan û Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Kurdan û muxalefeta demokratîk di hilbijartina 31’ê Adarê de AKP-MHP’ê dan rawestandin û binxistin. Erogan wek her rejîmek desthilatdar, li derve û navxweyî de li dijî Kurdan, li Suriye û Iraqê siyaseta dijberiyê dimeşîne, ev jî sedema hilweşîna aboriya Tirkiyeyê ye.

Ji bo ku Erdogan xwe li ser desthilatê bihêle, şerek nû dijî Kurdan gur dike, beriya ku serdana Iraqê bike, bi gefan hişt ku hevkariya leşkerî pêkwere. Ev yek jî bi armanca berfirehkirina dagirkeriya li gelek herêmên Kurdistanê ye.

Dewleta Tirk beriya rojek serdana Erdogan, êrişek leşkerî li Herêma Kurdistanê pêkanî, dixwaze ji Iraqê re bêje, ku ez çi dixwazim dikarim bikim. Herwiha dixwaze desthilata xwe bide ferzkirin. Ji ber ku ew Iraqê weke wilayetek Osmaniya nû dibîne. Erdogan dixwaze Iraqê bike hevkarê suc, şer rewa bike û bi razîbûna Iraqê şer bike. Erdogan dosyaya avê dijî Iraqê bikartîne, ji ber ku Tirkiye bendavan ji bo girtina Ava Firat bikartîne.

Armanca serdana Erdogan ya ji bo Hewlêr û dîtina rayedarên PDK’ê jî ewe ku bêje ti pirsgirêka min bi Kurdan re nîne, bi vê jî dixwaze niyeta xwe ya rast a êrişkirina li ser PKK’ê veşêre.

Di civîna Civata Giştî ya KNK’ê de, di xala 4’an ya Belgeya Stratejiya Neteweyî ya Kurdistanê wiha dibêje: “Li dijî hêzeke Kurdistanî an parçeyek Kurdistanê, hemû cureyên hevkarîya bi dagirkeran re xeta sore û di asta neteweyî da were mehkumkirin.” Civata Giştî, vê xalê carekî dubare bîrtîne û bang li rayedarên PDKê dike ku hevkarîya xwe ya bi dewleta Tirk re rawestînin û li dijî dagirkeriyê derkevin.

Siyaseta derve ya dewleta Tirk her ku diçe hîn zêdetir nakokiya li herêmê kûrtir dike, herwiha çavkaniya ne aramiya Rojhilata Navîne. Me di civîna Civata Giştî ya di 21-22’yê Nîsanê de, pêşwazî li xebata rewa ya parastinê ya gerîlayên PKK’ê a dijî dagirkeriya Tirkiyeyê kir û me ji hemû hêzên Kurdî xwest ku bi yekîtiyê,  Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji êrişên Tirkiyeyê biparêzin.

Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewrupayê, Konseya Ewrupa û NATO’yê dikîn, dagirkeriya Erdogan ya li ser hesabê qirkirina Kurdan rawestînin. Ji ber ku piştî Kurdan DAIŞ’ê şikand, Kurd bûne çavkaniya aştî û aramiya li herêmê.”