RJAK: Kuştina jinan Herêma Kurdistanê ber bi wêraniyê ve dibe

NAVENDA NÛÇEYAN

RJAK’ê derbarê kuştin û tundiya dijî jinan de daxuyaniyek belav kir û hate gotin; “Komkujiya jinan civaka Herêma Kurdistanê ber bi wêraniyê ve dibe, divê kuştina jinan were rawestandin û berê lûleya çekan bidin dijmin û dagirkeran.”

Rêkxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK) derbarê komkujî û kuştinên jinan de daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wihaye:

“Komkujiyên jinan Herêma Kurdistanê wêran dike û artêşek kujerên jinan civaka Başûrê Kurdistanê wêran dike. Divê ew artêş dijî dagirkeriyê parastina xak û nîştimaniyê bike, artêşek bê kar ya zilamtiyê, tenê karê kuştina jinan, bêrêzî û bazirganiya jinan, qelew dibe û civakê xistiye nava xeteriyek mezin.

Torên civakî sedemek ya lezkirina pêngava dijî jinan, nîşakirina fizîka jinan, danûstandin, bazirganîkirin û bikaranîna ji bo berjewendiyên zilamê birsiye. Lûleya çekên xwe tenê dane jinan û di asta dagirkeran de serê xwe tewandine.

Ji bo ku jinan ji rêya têkoşîna azadiya xak û nîştimaniyê dûrbixin, hemû cûrên plan û siyasetê bikartînin. Dibin navê namûsê de rojane jin tên kuştin, dema jin ji bo berjewendiyên xwe bikartînin, ji bo ku karê wan eşkere nebe tên û bi çekên xwe dikujin. Pêwîst bû ew çek ji bo parastina xakê bikaranîban, lê dema ku xezeba pere, mîrate, birsiyetiya madî di zihnê wande bicih dibe, êdî jin dibin hedefa çekên wan. Xwişk, dayik û hevjînên xwe bi asanî dikujin û kujer jî nayên cezakirin. Weke ku xaka xwe rizgar kiribin, bi kêfxweşî li ber çavê wan hemûyan digerin. Artêşa jinkuj metirsiya herî mezine li ser civakê.

Li Hewlêr, Silêmanî û Iraqê jî di van çend rojên dawî de gelek jin bi navê namûsê hatin kuştin, ev jî li ser hemû jinan metirsiye, kuştina her jinek kuştina her yek ji me jinane.

Ji bo rawestandina kuştinên jinan em bang li hemû jinan dikin ku êdî bêdeng nemînin û helwestek dîrokî nîşan bidin. Erkê me rêxistinan jî hişyarkirin û jijina ji hemû kuştinan parastine. Em hemû cûrên kuştinên jinan şermezar dikin. Bese ji jin kuştinê re, çekên xwe ji bo parastina nîştimaniyê bikarbênin.”