Talebanî: Bila xelata Bile pêşkêşî Fermandar Şervan Kobanî bê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Di merasîma xelatên zêrîn a Bile de Serokê YNK’ê Bafil Talebanî pêşniyar kir ku sala bê xelata Bile pêşkêşî Şehîd Heval Ebdo bi nasnav Şervan Kobanî bê kirin. Talebanî got: “Wê ev peyam piştgiriyek be ji bo xwişk û birayên me li Suriye û peyameke ji bo neyar û xiyanetkaran.”

Îro li Salona Huner a Silêmaniyê 18’emîn merasîma dabeşkirina xelatên zêrîn a Bile (Îbrahîm Ehmed) ku di çiqên nivîs, siyasî, têkoşîn û hûnerî de tê dayîna kesayetan hat lidarxistin. Di merasîmê de Serokê YNK’ê Bafil Talebanî peyamek pêşkêş kir û got: “Ez îro pêşniyarek ji Şanaz Îbrahîm Ehmed û komîta amadekar a merasîmê re dikim, sala 2025’an xelata zêrîn a Bile bê dayîna Şehîd Heval Ebdo bi nasnav Şervan Kobanî. Ew yek ji têkoşerên Kurdistanê bû, mafê wî ye ev xelat pêşkêşî wî bê kirin.”

Di dewamê de Talebanî got: “Ev peyameke ji bo piştgiriya hemû xwişk û birayên me yên li Suriyeyê û hemû Kurdek ku xebatê ji bo Kurdek serbilind û azad dikin. Peyameke jî ji bo dijminên me û ji bo xiyanetkarên ku li gel dijminên me de kar dikin. Em her Kurd bûn û emê her Kurd bimînin.”

Fermandarê Yekîneyên Antî Terorê ya Rojavayê Kurdistanê Heval Ebdo bi nasnav Şervan Kobanî şeva 15’ê Adara 2023’yan li gel heşt hevrêyên xwe li devera Behdînanê di encama ketina du helîkopteran de şehîd bûn.

(kş)