‘Serdana Erdogan ji bo berdewamkirina êriş û dagirkeriyê bû’

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Çalakvanên siyasî ragihandin ku armanca serdana Erdogan ya ji bo Iraqê, berdewamkirin û berfirehkirina êriş û dagirkeriyê ye û wiha gotin: “Sedema van pirsgirêkan û lewaziya neteweya Kurd jî ev desthilata ku rewatiya xwe ji dest daye û ji bo parastina sînor û xaka xwe tiştek nekiriye. Berpirsiyarê vê gefa niha ya Tirkiyeyê ev desthilata heyî ye.”

Di 22’ê Nîsanê de serokkomarê Tirk ê faşîst Receb Tayîb Erdogan serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir û li gel berpirsên Iraqê û mala Barzanî civiya. Mijara sereke ya serdana Erdogan şerê li dijî gelê Kurd û dagirkirina xaka Herêmê bû.

Çalakvanê siyasî yê Silêmaniyê Cotyar Reşîd di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Yek ji metirsiyên herî mezin ku Tirkiye dibîne, tevgera neteweyî ya Kurd e ev li kîjan beşê Kurdistanê be ferq nake. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê ji ber ku weke baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tê dîtin. Bi berdewam hewl daye bi êrîş û dagîrkeran bikaranîna çekên curbicur ên qedexeya navdewletî li dijî vê hêzê biceribîne. Tirkiye bi xwe jî niyeta xwe ya ji bo êrişeke berfireh li dijî Qendîlê ragihandiye. Erdogan û AKP’ê ji vê derfetê sûd werdigirin, ku herêm di nava krîzê deye û dibe bermîla barûtê û ji her alî ve diteqe.”

Cotyar Reşîd wiha axaftina xwe domand: “Mijûlbûna Erdogan ya li gel hêzên navneteweyî nîşaneya wê yekê ye ku Tirkiye li herêmê bi şerekî mezin re rû bi rû ye. Ka wê ev şer tenê amadekariyeke rûbirûbûna Kurdan be, yan jî dixwaze bibe beşek ji vî şerê mezin, ne diyare. Erdogan di hilbijartinên li Bakurê Kurdistanê de têkçûnek mezin jiyan kir. Di gotarek ku min li ser genderal û rojnamevanek Tirk amadekirî de nimûne da bû ku digot ‘Tirkiye di destpêka şerek navxweyî deye’ û digot Erdogan plan dike êrişî Qendîlê bike, lê Kurdan di piştde êriş kirine û di hilbijartinên şaredariyan de serketine.”

Çalakvanê siyasî Reşîd herî wiha destnîşan kir ku Tirkiye bi eşkere ji hikûmeta Iraqê re gotiye ku PKK’ê dûr bixin û sînorên xwe biparêzin, yan wê ew bi kurahiya 40 km werin û wiha got: “Bi rastî ev karesatek metirsîdare. Dixwazin hikûmeta Iraqê vegere Herêma Kurdistanê. Sedema van pirsgirêkan û lewaziya neteweya Kurd jî ev desthilata ku rewatiya xwe ji dest daye û ji bo parastina sînor û xaka xwe tiştek nekiriye. Ger desthilat xak û gelê xwe neparêze, çi pêwîste daxwaza helwestê ji Emerîka û Iraqê dike. Me hikûmet û desthilatek Kurdî heye ku hîna rojek jî kuştin û dagirkeriya Tirkiyeyê rexnenekiriye. Li Başûr wek bi xwe dibêjin hincet PKK ye, nexwe hinceta êrişên li ser Rojava çiye ku bi berdewam êriş û dagirkeriyê beramber dike.”

Cotyar Reşîd qala hevdîtinên wezîrên şer ên dewleta Tirk a dagirker ên li gel berpirsên Iraqê kir û wiha pê de çû: “Zêdetirî saleke, Tirkiye bi rêya civînên wezîrên derve yê her du dewletên Iraq û Tirkiyeyê ji bo êrişa li ser gelê Kurd plan dikin. Li gorî min hatina Erdogan ji bo bidawîanîna lihevkirina ku berê de hatibû bidawîkirine û dixwazin bi fermî nas bikin ku armanca wan êrişkirin û tunekirina gelê Kurde. Van her du aliyan ji bo welatî û gelê xwe rewşek çêkirine, gel xistine nav biryarekê ku divê bi hilbijartinan wan ji desthilatê derxînin. PDK niha bi tenê quncik maye, ji ber zextên Iraq û welatiyên wê, ew neçar kiriye berê xwe bide Tirkiyê da ku bimîne.”

Çalakvanê Siyasî Cotyar Reşîd di dawiya axaftina xwe de balkişand li ser bêdengiya aliyên Kurd li beramberî vê karesatê û wiha got: “Mixabin diviyabû partiyên Kurdistanî ji bo avakirina herêmeke bihêz a aborî û leşkerî ji bo gelê me bixebitana. Wê demê emê bibin beşek ji xeleka parastina hêzên cîhanê. Berpirsiyarê vê gefa niha ya Tirkiyeyê ev desthilata heyî ye. Mixabin nekarîne rê li ber wan bigirin, heta wiha lêhatine ku hevkariya wan bikin. Ji ber ku bin zextê de ne û berjewendiyên xwe didin pêş.”

(fk)